Ariç: Siyasetmedarên me hunermendan wek kadroyekî hizbî dibînin
Siyasetmedarên me hunermend wek kadroyekî hizbî dibînin
Hunermend Nizametîn Ariç, ji ber ku di sala 1979ê de li Bakurê Kurdistanê stranekê bi kurdî dibêje, rûbirûyê zilma darbeciyên tirk dibe. Di hevpeyvînekê de digel rojnameya Bas ku ji başûrê Kurdistanê weşanê dike, Ariç dibêje ku ew bi hesreta wê roje ku, vegere navçeya Agirî ku cihê jidayîkbûna wî ye.
Çîroka hunermendê kurd Nizametîn Ariç dema di sala 1979ê de bi kurdî stranan dibêje dest pê dike. Bi hinceta ku bi zimanekî biyanî stran gotiye tê dadgehkirin û tê xwestin cezayekî giran ê girtîgehê lê were birîn:
– Berî darbeya sala 1980ê ji ber stranên kurdî û propagandeya kurdayetiyê doz derbarê min de hatibû vekirin. Dozgerê giştî daxwaza 5 heta 15 sal cezayê girtîgehê kiribû. Lewra digel darbeyê neçar mam welat bicîh bihêlim. Bi rêya qeçax ji Tirkiyeyê derbasî Kurdistana Sûriyê bûm, piştî 8 mehan jî gehiştim Almanyayê.’’
Hunermen Ariç heta niha 15 Cd û 4 fîlmên sînemayî berhem anîne. Ji xeynî vêna jî ji bo 8 fîlmên sînemê mûzîk çêkiriye. Herçiqas ew hunermend ji neçarî ber şepola koçkirina ber bi Almanyayê ketiye, lê wiha dixwiye ku Ewrûpa bi tevahî jiyana wî hunermendî guhertibe. Ariç, tekez dike ku berî wêya li Ewrûpa şoreşa demokrasiyê, pêşketina aborî û hunerî çêbibe, hunerê pêngavên gelekî girîng avêtine. Bi taybetî hunera mûzîkê roleke baş dîtiye di pêşketina civaka wê kêşwerê de. Li Ewrûpa nêzîka 400 mozaîkên pirdeng tên amadekirin.’’
‘’Hesreta min e rojekê vegerim Agirî’’
Li ser pirsa gelo ger ji Tirkiyê koçber nebûba, digehişte wê asta hunerî ya îro tê de? Ariç wiha bersiv dide:
– Ger li Tirkiyê bimama neçar bûm bi zimanê tirkî stranan bibêjim, dibe ku wek çendîn stranbêjên din navê min derketiba, lê belê di warê nivîsîn û amadekirina mûzîkê de nedigehiştine vê astê. Herçiqas di jiyana mirovên rojhilat de roleke serekî ya mûzîkê heye, lê li cîhana Rojhilat mûzîk bi awayekî zanistî û disiplîn pêşneketiye.
Derbarê wan tiştên ku li Almanya fêr bûye, Ariç dibêje:
– Li Tirkiyê min perwerdeya mûzîka yekdengî dîtibû, dema hatim Almanya min hewl da mûzîka pirrengî binasim û fêr bibim. Kî îro guhê xwe bide mûzîka min dikare bi hêsanî bandora mûzîka Ewrûpî li ser bibîne. Herwiha bandora dewlemendiya mûzîkê li Ewrûpa bû sedem fêrî jenîna çendîn amêrên din ên mûzîka kurdî bibim ku di nav hunera min de cîh digirin. Wek ney, blûr, tembûr û tar. Ewrûpa mûzîka xwe kiriye beşek ji zanist. Bi zanistbûna mûzîkê li Ewrûpa bo me kurdan pir girîng e, bandoreke baş li pêşketina demokratîk, civak û teknîkê dike.
Nîzametîn Ariç ji Bakurê Kurdistanê bajarê Agirî ye. Piraniya cografya vê navçeyê çiyayî û zozan e û maqûl bo wêya hunermend û stranbêj jê derkevin. Ew navçe wek navendeke serekî û dewlemendiya stran û mûzîka gelêrî ya kurdî tê naskirin ku tevlî bîr û ruhê kurdayetiyê bûye. Fikra stranbêjî û mûzîkjeniyê li ba Ariç ji wê cografyayê çavkaniya xwe digire. Di vê derbarê de jî navborî dibêje:
– Dema di zaroktiyê de min straneke tirkî digot, ne bi dilê bavê min bû, lewra qewanên stranbêjên kurd ji min redidanîn û digot tu jî wek wan stranan bêje.
Li ser wêya gelo ew jî wek çendîn stranbêj û siyasetmedarên kurd nefikiriye vegere Tirkiyê? Nizametîn Ariç dide zanîn ku bi rastî bêriya Agirî û welêt kiriye û wiha pêde diçe:
– Gelek caran xewnê bi bîreweriyên zaroktiya xwe ve dibînim. Li Tirkiyê wek stranbêj û semakar min navûdeng peyda kir. Lê piştî demekê hunera kurdî di dilê min de peng girt. Min dest bi konserên stranên kurdî kir, lê ji hemû aliyan ve bi ser min de hatin. Lewra ji neçarî min Agirî bicîh hişt û ji dayik, bav, dost û braderên xwe dûrketim. Bi hesret im careke din lê ne bi zooma kamerayan dîmenê Agirî bibînim. Lê niha rewşeke wiha maqûl nîne ku vegerim. Ew mafê ku tê behskirin dane kurdan ti zemîneke wêya destûrî û yasayî nîne.
– Şer heye. Şer zemîna vegera hunermendan naafirîne. Ji aliyekî din ve jî dewleta Tirkiyê dixwaze hunermendên kurd ji bo berjewendiyên xwe yên rojane bikar bîne. Ew guh nadin çawahiya huner û azadiya hunermendan.
Gelek ji hunermend û hunerdostên kurd rexne li siyaseta kurdî ya derbarê huner de digirin. Hunermend Ariç jî bi heman awayî difikire û dibêje:
– Di bernameyê siyaseta kurdî de huner ne cihekî girîng e. Divê siyaseta kurdî baş ji girîngiya huner fam bike û bizane rola huner di pêşketina civakê de çiye. Welatên Ewrûpa dizanin bê çiqasî huner di pêşketina civakê de girîng e. Divê ew fikir li ba me jî çêbibe û cihê xwe bigire. Siyasetmedarên me hunermend wek kadroyekî hizbî dibînin ne wek hunermendekî hemû civakê.
Hunermendê kurd di vê derbarê de daxwazê ji hikûmeta Kurdistanê dike ku pêngavên bingehîn bavêje û dibêje:
– Ji ber tenê li vê parçeya niştiman siyasiyên me ji qonaxa rêvebirina partî gehiştine qonaxa rêvebirina welat û civakê. Pêwist e bi merama anîna hunereke modern di çarçoveyeke azad û bi butçeyeke dewlemend piştgiriya huner bikin.
Ariç, di sala 2010-ê de ji bo beşdarbûna festîvala fîlmên kurdî 8 rojan li Herêma Kurdistanê ma. Lewra bi baweriya wî li Kurdistanê nirxandina huner bi giştî ji bo wî ne tiştekî asan e:
– Di warê sînemê de pêşketinek heye, bi baweriya min zêdetir jî pêş dikeve. Lê belê di warê mûzîkê de vêna nabînim, ji ber ku mûzîka kurdî ya orjînal ku bingeha wê mûzîka kurdî ye, ne xwiya ye, her roj zêdetir winda dibe. Ger ew bingeh nebe em nikarin mûzîka nûjen û pirdeng çêbikin.