Civak

Merasima sêyemîn pêşangeha pîşeyî

 

Bi beşdariya 50 kompanî û rêxistinan û hijmareke zêde ya karsazan, îro roja çarşemiyê 26.11.2014ê li bajarê Hewlêrê, sêyemîn pêşangeha pîşeyî ya Kurdistanê dest bi kar û çalakiyên xwe kir.

Di destpêka merasimê de, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û piştevaniya hikûmeta herêma Kurdistanê bo pêşangehên bi awayî û pêşxistina şiyanên ciwanan li Kurdistanê nîşan da.

Di vê pêşangehê de ji bo dirustkirina pira navbera xwendekar û kompaniyên sektora taybet de, cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê pirograma Rahînana Şiyanan ragehand.

Pirograma Rahînana Şiyanan di qonaxa yekemîn de bi beşdariya hijmareke zanîngeh û kompaniyên sektora taybet bi rêve çû, daku xwendekar bikaribin di warên xwendina xwe de bi awayekî piraktîkî tecrûbeya karkirinê bidest bîn in û herwesa bibe pêngavek ji bo pirkirina beşek ji bazarê karî li Kurdistanê.

Ev pirograme yek ji karên pêşîneyên hikûmeta herêma Kurdistanê ye ji bo paldan û piştevanîkirina peydakirina karî ji bo xwendekarên xwedina xwe timam dikin li sektora taybet  bên teîn kirin û pêşkeşkirina hêsankariyan ji bona vê armancê.

Di qunaxên bên de pirograma Rahînana Şiyanan bi beşdarbûna hijmareke ber bi çav ya xwendekaran, zanîngehan û kompaniyên sektora taybet berfirehtir dibe û bibe beşek ji bernameya xwendinê li zanîngehna.

Hikûmeta herêma Kurdistanê bi armanca zêdetir giringîdan bi xwendekaran û rahînan û amadekirina wan bo bazarê karî û pirograma Rahînana Şiyanan Internship cîbicî bike ku, pêk tê ji dirustkirina pirên peywendiyan di navbera xwendekar û kompaniyan bi çavdêrîya hikûmeta herêma Kurdistanê, herwesa rahînana xwendekaran ji bo di warên xwendina xwe de bi awayekî piraktîkî tecrûbeya karkirinê bi dest bixin û bikaribin beşek ji pêdawîstiyên bazara karî pir bikin.

Di qonaxa yekem de 28 xwendekar li her sê zanîngehên Selahedîn, Silêmanî û Kurdistan beşdarî di rahînana şiyanan de kir.

Weke tê zanîn pêşangeha pîşeyî ya Kurdistanê di sala 2012ê de dest pê kiriye û her sal carekê tê saz kirin û ji bona peydakirina karmendên aktîv û pirkirina postên vala, bi dehan kompanîyên sektora taybet û rêxisitn beşdariyê tê de dikin. Ev pêşangehe mezintirîn pêşangehe li Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê yek ji piştevanên serke yên pêşangehê ye.

Back to top button