Rêvedarîya pergala giştî

 

Îlhamî Can

[email protected]

 

Dibê her gav û pêngavên me ji bû mafê jîyanê, parastina hêjayîyên merivatî û tamgirtina xweşîya jiyanê be. Lêgerînekî kurt li ser ”hêza di bin qontrol yan jî ne di bin qontrol da”… Loma tê gotin ku li ser her hêzî dibê ku mekanîzmaya qontrolê hebe. Tevî weha ye jî gelek cara mixabin ku hêz ji qontrola xwe derdikevin, dibin amûr û alav û bi kêrê dijminên meriv tên.

Berya her tiştî qandî ku tê zanîn, li ser her civatî hem qontrol hem jî otoqontrol ferz û şert in. Nexwe, qontrola civatê lê bi tevî otoqontrola qontrolkara. Ji bûna vana jî xwedîhêzî, desthilatdarî û rêvedarî pêwist e. Maf, heq û huquqên kes û kesîtî, berya her tiştî jî mafê jîyanê ji bûna herkes û her civatî hejayîyekî ye ku ew jî bi tu awayekî çi tên ”kirîn” çi jî tên ”firotan”. Lê ger hêzên ne di bin qontrolê da hebin ew jî bi xwe ra xeterî, alozî, xerabî û anarşîyê tînin û bi hin pêngav, çalakî, bûyer, tevir û libata jî tovên dijberî, nakokî û dijmintîyê ra dibin sedem.

 Meriv gelê xwe nake neyarê xwe. Piştgirî û piştevanîya gel hîm û stûnekî bi serê xwe ye, pir hêja ye. Armanc û mebest azadîya gel û ehlê welatê meriv e. Ger doz avakirin be dibê meriv bi pîvanên demoqrasîyê gav û pêngava bavêje, zordest û zilumkar nebe, û nebêje hew ”êzingê min.” Azadî, serbestî, wekhevî û hwd. gotin û peyvên pir xweş û şêrîn in. Lê di rastîya xwe da pêkanîn û avakirina civatekî li ser van pîvana hin zortir û zehmettir e, dilsozîyê dixwaze. Bi giranî her serok û sersazî doz û daxwaza ”demoqrasîyê” dikin. Lê mixabin ku şerê demoqrasîyê naqede û bi qirnaye dajo. Sedemên mezin ji egoya kesa ya xwezayîyê bigirin ta nijatperestîyê û hwd. diçe. Fenî mînakekî piçûk; ”Raya xwe bidine min ez dê ji we ra hem demoqrasîyê hem jî bihuştê bînim.” Derew, derew û dîsa derew… Belê azadî û demoqrasî, lê ne tenê ji bûna serokekî, kesekî, komekî, rêxistinekî yan jî çînekî… Na birayên delal, ev çi rast e çi jî durust e. Tu cara serketî nebûye û wê nebe jî.

Gelek cara bi sond û selewata û bi sond û bextên devkî Kurda, ne ku tenê xapandine, hem şemirandine û hem jî tevizandine. Van gotar û peyamên germ û xweş ji alî tevgerên Kurda jî bi awakî sirûştî tên bikaranîn. Loma ez dixwazim balê bikişînim li ser vê mijara girîng; ”Rêvedarîya pergala giştî.”(kamu düzeni yönetimi) Jê ra sazî, sersazî, sazîyên lêpirsîn û lêkolîna, qoordînasyon, qomîte, qontrol, qadroyên zana/gihîştî û herî girîng  mekanîzmaya qontrolê ya piştnegirî dixwaze. Ger piştgirî û desteka gel bê girtin wê şansê serketîbûna sîstema ”rêvedarîya pergala giştî” hebe, lê ger bi darê zorê û zilmê xwestina avakirinê hebe wê hew qaos û anarşîyê bîne û wê gelê meriv bi xwe jî wê li hemberê meriv derkeve û serî hilde. Ev, wê hew ji alozîya navhundirî ra vexwendnameyekî derxe. Di vê rewş û şertî da tarîx jî dîrok jî lêborîna meriva qebûl nakin û napejirînin…

Ji rêvedarîya beledîya/şaredarîya bigirin ta tozkara, her babet û erk dibê ku bi rêbaz, rêçik û destûra bên girêdan û bi rê va bên birin. Şaredarî xizmetkarî ye. Dibê fenî her bûyerekî, pêşandan û hwd. jî ji bû xizmeta gel be, ne ku li hemberê gel. Berya her tiştî parastina edalet, wekhevî, mafê jîyanê û hwd. pir girîng û giranbuha ne. Alternatîf bûyin û parastina van hîmên civatî xurtbûn, zanînnasî û ewledarîyê dixwaze. Yan na, wê bibe rêvedarîya ”hirhopa”, ew jî bi xwe ra malxerabûnê û qaosê bîne û wê gelo kêrî kî bê?! Wekî mînakekî vekirî;” Ma bi şewitandin û agirberdana dikan, xanî û derdora, sûda/kara gel çi ye? ”Qet”ekî mezin, û hew xisar! Di alî din da jî ger zext, bertîl û gendalî hebe ew jî wê bi xwe ra rûtbûnê bîne, û peşkekî mezin, reş û qirêj bihêle, ku wê derbeya mezin li tevgerê bixe. De were icar ”vî kerî ji vê avê derbas bike”.

Di nava jîyana ajala da jî her hîyerarşîyekî bi rêbaz, şirûştî û xwezayî heye. Gotina bi kurtasî ev e ku tu civatekî li ser vê rojgerkê/planet bê usul, edet, kevneşopî, sirûştî, prensîp, rêbaz, rêçik û destûr jîyan nabîne, bibîne jî serketî nabe. Loma jî, ji bû serketinê, dibê ku meriv berya avakirin û strukdayina civatê, pir haydar, pîvandar û baldar be, û bê guman demoqrat be…

 

Nerîna min :