Mela xutbê kurdî dixwazin
Diyarbekir – Sendîkaya Diyanet û Kedkarên Weqfê (DÎVES) ku ji melayên kurd pêk tên, xwestin ku êdî xutbe û weaz bi zimanê kurdî bên dayîn.
Melayên kurd ji bo ku di mizgeftan de bi zimanê kurdî xutbe û weaz bên dayîn, piştî nimêjê li ber Mizgefta Mezin a Amedê daxuyaniyek dan çapameniyê. Serokê Giştî yê DÎVES’ê Lokman Ozdemîr li vir axivî. Ozdemîr, xwest ku astengiyên qanûnî li pêşiya xutbe û weazên bi kurdî bên rakirin û nêrîna xwe wiha anî zimên:
“Kî bi kîjan zimanê dizane, divê xutbe û weaz bi wî zimanî bên dayîn. Heqê tu kesî tune ye ke zimanê ku Xwedê daye înkar bike. Ziman tiam e, înkarkirina teaman kufr e. Xwedê ji bo her qewmî pêxemberek şandiye û ji bo her zimanî jî pirtûkek pîroz şandiye.
Ozdemîr, bal kişand ku li Herêma Federal a Kurdistanê hemû kes bi zimanê xwe dixwîne, weaz û xutbe bi her zimanî tên dayîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mirov dikare vê rêbazê ji bo Tirkiyeyê jî pêk bîne. Ma li Iraqê dibe, çima li Amedê ev tişt nebe?”
Dilar Sewledar/Warvîn