Çalakvaneka Civakî ya Kurd Feryal Haco
Me jî li gel Haco di derbarê kar û barên wê û armanca serdana wê ya Kurdistanê de hevpeyvînek pêkanî.
Haco bi kurtî komeleya xwe û kar û barên xwe wiha dide nasîn: Em bi navê Komeleya Evîn Efault hatine Kurdistanê û komeleya me li gel Hikûmeta Elman kar dike. Komeleya ji bo pirsgirêkên zarok û xortan kar dike. Helbet gelek zarokên Kurdan yên ku li Elmanya dijîn jî li gel me hene.
Ew li mala komeleyê de dimînin gelek hene hê 12 – 13 salîbûn li gel me bûn û niha temenê wan bûye 22 – 23 salî hê jî li gel komeleya me dimînin.Em wan xwedî dikin û didin xwendin. Navê komeleya me li Elmanya baş tê nas kirin û komeleyeke li Elmanya diyare.Her wiha Hikûmet me di warê aborî de piştgiriya me dike.
Li komeleya me de nêzîkî 100 kes kar dike û karmendên me ji Elman, Kurd, Faris, Ereb û Tirkan pêktê. Em ji bo hemû zarokên ku malbata wan kêm derametin kar dikin di nav van zarokan de yên Elman jî hene Kurd jî hene û her neteweyeke din jî heye.
Beşa me bi taybetî ji bo malbata Kurdaye. Ez jî wekî endamekim li nav vê komeleyê de lê karê min bi taybet li ser zarokên Kurdaye. Em pirsgirêkên wan diyar dikin û paşê jî ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan dixebitin.
Dîsa li Elmanya me li gel Hikûmetê fêrgeheke ziman vekiriye û li wir em zimanê Elmanî fêr dikin. Ji xwe bêhtirîn şagirtên me yên li wir jî dîsa Kurdin. Xwediyê dezgehê Zerdeşt Haco ye û li wir em alîkariya entegrasyona biyaniyan dikin.
Her wiha ez li organizasyona Komjin de jî kar dikim û li wir pêwendiya me li gel komeleya jinên Elmanan jî gelek başe û em dixwazin di demên pêş de li Ewrûpa Kongreya Navdewletiya jinên Kurd saz bikin. Birastî di vî warî de jî me dixwest em pêwendiyek li gel komeleyên jinên Kurdistanê re çêbikin lê mixabin heta niha ji ber sedemên hilbijartinê me tû pêwendiyek pêk neaniye.
Em ji bo pêwendiyê hatin Kurdistanê
Feryal Haco armanca serdana xwe wiha tîne ziman: Em hatin Kurdistanê da ku em xwe bidin nas kirin û her wiha pêwendiyek çêbikin û bizanîn ka gelo em dikarin li vir li gel hinek rêxistinên alîkariyê karên hevbeş bikin. An jî li vir jî destpê bikin komeleyek bi vî awayî vekin û têkevin li nav malbatan û pirsgirêkên wan yên li xwendingehan û her wiha li nav malbatê de çareser bikin. Wekî sîstem jî ka li vir kêmasî çibin bêne sererast kirin.
Her wiha em çûne zanîngeha Silêmaniyê û me karê xwe bi wan da nasîn û pêwendiyeke me yê baş destpêkir. Her wiha em gelek deverên din jî geriyan û em hem bi awayeke geştiyar û hem jî bi awayeke lêkolîner gelek deveran geriyan. Me xwest em bizanibin gelo ka kêmasî çine û em çawa dikarin wekî rêxistin alîkarî bikin û çareseriyek peyda bikin. Li Silêmaniyê me pêwendiyeke baş pêkanî lê mixabin li Hewlêr me nekarî em tiştek bikin. Her wiha bi mixabinî piştî ku hinek ji koma me vegeriyan Elmanya, paşê derfetek çêbû û me li gel Wezîrê Rewşenbîrî ya Kurdistanê hevdîtinek pêkanî. Ez bawerim dê pêwendiyên me berev pêşve biçin..
Organizasyona me şaş bû…
Her çende ev ne yekemîn serdana Feryal Haco ya Kurdistanê jî be, lê em ji axaftina wê têdigihin ku vê carê hesabê malê li gel hesabê bazarê pêknehatiye. Her wiha Haco şaşiyê di organizasyonê de dibîne û dibêje: Me gelek dixwest em li gel Wezareta Rewşenbîrî pêwendiyeke baş çêbikin û pêkve vî karî bikin. Lê mixabin ji ber kêmasiyên amadekariya koma me ev yek pêknehat. Berî ku em bêne Kurdistanê me pêwendî li gel nûnerên PDK Û YNK yê Elmanya kiribû wan soz dabûn ku alîkarî bikin û hevdîtinên me yên li gel dezgehên Hikûmetê amade bikin. Lê mixabin ev yek pêknehat û êdî me jî nezanî em li gel kî dikarin bipeyvin ku alîkariya me bike. Paşê em çûne Konsolxaneya Elmanya li Hewlêr, lê mixabin konsol jî çûbû Elmanya. Lê fermanberên konsolxaneyê gotin we şaşîtî kiriye diviya hê li Elmanya we pêwendî li gel Konsolxaneya me bikira û me jî di vî warî de alîkariya we bikira. Her wiha em vê carê şanzdeh kes hatibûn eve jî şaşiyek bû lê dema ku em carekedin bên emê bi hejmara kêmtir û rêkûpêktir serdana Kurdistanê bikin.
Ji Berlîn alîkariya Helepçe
Haco berê jî wekî çalakvaneka civakiya Kurd beşdarî li helmetên alîkarî piştgirîkirinên Kurdên Ewrupa kiriye û li gel wan alîkariya Kurdistanê kiriye. Di vî derbarî de Haco wan salan wiha tîne bîra xwe: Li salên 96- 97 û 98 an de bi navê Evîn Efault û hinek rêxistinên din me alîkariya Kurdistanê kir. Di wan deman de me derman şandibûn ji bo nexweşên kêmderamet. Li Helepçeyê wê demê me sê dermanxane û navendên tendirustiyê vekirin. Niha jî ew cihên me dimînin û vê seferê de me seredana wan deveran jî kir.
Dîsa li wan deman de li gel rêxistina Ronahî ku ji jinên Elman û Kurdan pêkdihat, me ji Elmanya mekîneyên dirutinê şandibûn başûrê Kurdistanê. Da ku jinên vir bikaribin karê dirutinê bikin û bikaribin pê debara xwe dabîn bikin.
2013 Kongreya Navdewletî ya Enfal û Kîmyabarankirina Helepçe
Berî ku em bêne Kurdistanê em li gel Serokê Bajarvaniya Foysbell û Fidrithaysa Elmanya jî axivîn. Ji ber ku van her dû bajarvaniyan pêşangehek wêneyî û dokumentî di derbarê kîmyabaran kirina bajarê Helepçe saz kiribûn. Li vê serdanê de em li gel bajarvaniya Helepçe jî axivîn di 25 saliya kîmyabarankirina bajarê (2013) Helepçe de em dixwazin kongreyeke navdewletî û li ser Enfal û kîmyabarankirina Helepçe de saz bikin.
Ji bo çi navê wê Evîn e?
Wekî ku destpêkê jî min got li komeleya me gelek ji neteweyên cuda cuda kar dikin. Her wiha malbat jî heman awayî ji gelek neteweyan pêktê. Lê di damezrandina komeleyê de ji ber ku lobiya me Kurda li Elmanya xurt bû me karî em navê wê bi Kurdî deynin û navê wê bikîn Evîn. Li wî demî Tirk gelek nerazîbûnê ji bo navê wê nîşandan lê belê di dawiyê de navê Evîn Efault biserket. Serokê rêxistinê jî Riza Baran e û her wiha ew endamê Parlemena Berlîn û Parlemena Ewrupa ye û ew ji Kurdê Bakûre. Her wiha li şeş herêmên cuda cudayên Berlînê leq û şaxên wê heye.