Polîtîk

Dengên Bexdayê ji nûve bi destî tên hejmartin

 

Îro li Bexdayê Hemdiye Husynî endama komisyona bala a serbixwe a hilbjartina li Îraqê, di daxuyaniyekê de ji çapemaniyê re diyar ku i gor biryara mehkemeyê dê dengên Bexdayê jinûve bi dest bên hejmartin.

Huseynî got:Konseya hakimên taybet bi şopandian gilînameyên hilbijartinên parlamentoya Îraqê, biryar da ku dengên wîlayeta Bexdayê çareke din bi destî bêne hejmartin.

Weke tê zanîn Nurî Malikî serokê Îtîlafa Dewleta Qanûnê li dijî encamên dengdanê, bi taybetî hejmartina dengên dengderan li Bexdayê gilînameyek pêşkeşî mehkemeya taybet kir û tê de diyar kir bû ku sextekarî di hejmartina dengan de hatiye kirin.

Lîsteya Îraqiye a bi serokatiya Eyad Elawî bi tenê bi du kursiyan li pêş lîsteya Nurî Malikî ye. Çavdêrên siyasî di wê baweriyê dene eger encamê dengdanê  di salihê Malikî de bê guhertin dê aloziyên mezin li Îraqê çê bin.

Back to top button