Polîtîk

Du made hatin pejirandin

Doh di parlementoya Tirkiye de, ji bo guhertina hinek xalên Destûra Bingehin maratonê destpêkir. Demjimar 15.00 civîna giştî destpêkir û civînê hetta 00.20-ê berê sibehê berdewam kir. Berpirsên partiyên siyasî di derbarê guhertinên destûrî dîtinên xwe gotin. Piştî wê ji bo parlemento van guhertina bike yan neke dengdan hate kirin. Di vê dengdanê de 336 parlementeran ji bo guhertin çêbibe dengên xwe dan.

Piştî vê li ser madeyên ku bêne guhertin yek bi yek gengeşê destpêkir. Madda yekem piştî gengeşeyekî dirêj, çû dengdanê.  405 parlementeran di dengdanê de amade bûn û dengên xwe dan. 336 parlementeran madda yekê qebûl kir. 70 deng dijê guhertinên derketin dengek jî  nehat hijmartin.
Herweha madda duyem jî piştî gengeşeyek dirêj çû dengdanê û di encam de ew jî 337 dengan hate qebûl kirin.

Li ser her madeyê berpirsên partiyên siyasî li ser navê  partiya xwe dîtinên xwe dibêjin û hinek parlementer jî dîtinên xwe yên kesayetî dibêjin û dawiya gengeşeyekî diçe dengdanê.

Ev proses  ji bo hemî madeyan dê berdewam be. Piştî hemî madde yek bi yek hatin qebûlkirin, vêca li ser tevitiya guhertinê dîtin çêbibin û dengdan ji bo hemî paketê çêbibe.

 

Rojevakurd

Back to top button