Rojev

Mekteba Siyasî ya YNK: Êrîşên li dijî Hewlêrê neheqî ye

Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir û diyar kir ku ew êrîş neheqî ye. 

 Di daxuyaniya Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de wiha hat gotin: “Em êrîşa li ser Hewlêrê û hedefgirtina sivîlan şermezar dikin. Êrîş li ser serweriya Iraqê û jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê metirsiyek cidî ye”.

 Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Em wek Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku pirsgirêkên hestiyar ên siyasî û ewlekarî yên di navbera welatên cîran de, ji derveyî têgihiştinek hevbeş a siyasî û emnî, bi awayekî yekalî nayên çareserkirin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re bi taybet ji malbata şehîd Pêşrew re dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin”.

 Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “

Erkê hikûmeta federal e, ku pêkhateya wê ya hevpeymanî heye û hemû hêzên siyasî piştevaniya wê dikin, hewlên xwe ji bo paraztina serweriya welêt û asayîşa hevwelatiyan zêdetir bike. Pêwîste sazî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi hemahengî li gel hikûmeta Iraqê rolek zêdetir di çareserkirina kêşeyên neçareserkirî û paraztina hevwelatî û berjewendiyên Herêma Kurdistanê de bilîzin”.

Back to top button