Civak

Araci: Navenda Mossad a li Hewlêrê nebûye hedef

Musteşarê Ewlehiya Netewî yê Iraqê Kasim Araci, ragihand ku îdiayên Îranê yên ku dibêjin “Li Hewlêrê Baregeha Mosadê hatiye hedefkirin” bêbingeh in. 

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Iraqê INA, Araci li Hewlêrê li herêma ku êrîş lê hat kirin lêkolîn kir. Araci got: “Îdiayên ku dibêjin navenda Mossad a li Hewlêrê hatiye hedefgirtin, bêbingeh in”. 

Araci, ku berê Wezîrê Karên Hundir bû, bi salane di nava refên rêxistina Bedir a Şîe de cih girt, wek kesayetekî ku li dijî Seddam Husên bû tê naskirin. 

Bi gotina  Araci carek din eşkere bû ku Îranê ne Navenda Mossadê lê rasterast Kurd kirine hedef. 

 Di daxuyaniya Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê de hat diyarkirin ku hedefên DEAŞa rêxistina terorê yên li axa Sûriyê û herwiha baregeha îstixbarata derve ya Îsraîlê Mossad a li Hewlêrê bi moşekên balîstîk hatine hedefgirtin.

Back to top button