Îranê êrîşên ser Hewlêrê parazt
Îranê êrîşên ser Hewlêrê parazt û got ku ” ji bo rêgirtina gefên li ser Îranê ew mafê xwe yê qanûnî bi kar tîne”.
Wezareta Karên Derve ya Îranê amaje bi vê yekê kir ku êrişên mûşekî yên Artêşa Pasdarên Inqilabê, yên ku şeva buhurî li Iraq û Sûriyê pêk hatin, “di çarçoveya berevaniya qanûnî ya serwerî û ewlehiya Îranê de li hember terorîstan hatine kirin”.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasir Kenanî di derbarê êrîşên mûşekî yên balîstîk ên li ser hedefên Sûriye û Iraqê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Kenanî di daxuyanîyê de destnîşan kir ku ew êrîş wek berteka li dijî kesên ku gefê li ewlekarîya netewî ya Îranê dixwin, bi nav kir û got ku Tehran rêzê ji serwerî û yekparçeyîya axa welatên din re digire, lê di heman demê de mafê xwe yê rewa bi kar tîne”.
Kenanî diyar kir ku ev êrîş di çarçoveya paraztina qanûnî ya serwerî û ewlehiya Îranê de li dijî terorîstan de hatine kirin.