Kultur

Media Group êrîşên dijê Şivan şermezar dike


Ji Çapemenî û Bîrûraya Giştî re

Kampanyaya reşkirinê li dijî Şivan Perwer hêrîşek li dijî wîjdan û azadiya me hemûyan e
Mîna tê zanîn, kurtedemeke berê Şivan Perwer li Almanyayê bi alîkarê Serokwezîrê Komara Tirkiyeyê (KT) Bülent Arınç re hevdîtineke ku ji çapemeniyê re jî vekirî bû, pêk anîbû. Piştî vê hevdîtinê li dijî Şivan Perwer kampanyayeke tund ya reşkirinê ji aliyê derdorên nêzîk yên PKK ve hatibû destpêkirin.

Ji çend noqteyan destpêkirina vê kampanyaya reşkirinê ku derew, îftîra, tehdîd û arîşetî (şantaj) lêbar e û tê de „sazî“, kes û „hunermend“ên nêzîkê PKKê jî roleke aktîf ya lînçê wergirtine ser xwe, şanî dide ku ev kampanya ji aliyê navendekê ve tê lidarxistin. Di demên berê de jî, ji heman navendê kampanyayên bi vî awayî li dijî Şivan Perwerê ku nêzîkê 35 salan e li sirgunê dijî bi plan hatibû birêvebirin, li tenişta fişar û tehdîtan avêtibûn ser konserên wî, salon û pergalên konserê hatibûn helişandin, bîner û hunermend bi hêrîşên fîzîkî rûbirû mabûn ku ev yek bi mirin û birîndarî jî encam dabû.

Ev kampanyaya li dijî Şivan Perwer, bi Şivan Perwer re –û ligel wî li dijî hunermend û ronakbîrên din yên ramancûda- ji bo sînordarî û çewsandina mafê xwe îfadekirinê çavtirsandin e.

Şivan Perwer bi stranên xwe têkariya girînge hişmendiya hevbeş ya civaka Kurdistan kiriye, daxwaza azadiyê ya gelê kurd gihîştandiye çar parçeyên Kurdistan û civaka kurd ya diyasporayê, xizmeteke mezin ya pêşketina mûzîk, çand û zimanê kurdî ku di bin fişar û çewsandinê de ne, kiriye. Bi heman awayî Şivan Perwer bi biryar li dijî birakujî û şerên navxweyî rawestiyaye, bi stranên xwe pirsgirêkên bingehîn yên civaka Kurdistanê aniye ziman û bûye deng û wîjdanê gelê kurd û Kurdistanê.

Xwediyên vê ferasetê ku îdîa dikin bi navê azadiya gelekî mezlûm derketine rê, bi salan e di nav û derveyî xwe de, bi kiryarên xwe yên ku mafê jiyanê nade qet dengekî cûda, liv û ramaneke cûda, rê li ber birînên selihandina wan gelek zor e, vekiriye. Jiyana siyasî, çandî û ronakbîrî di vê atmosfera yekdeng, fişar û desthilatdar de gelek hatiye şoraxkirin, civaka kurd hema bêje bi vê tirsa şehînşahiyê ku ji aliyê dagirkeran hatiye pê û dîwarên tirsê yên vê ferasetê girtî û bêhilm hatiye hîştin.

Ev kampanya hêrîşek li hember Şivan Perwer ê lê li dijî maf û azadiya herkesî û hemû civakê ye jî. Pêdiviya civaka Kurdistan û siyaseta kurd beriya her tiştî di nav xwe de, bi aştbûna nav xwe, ramanên cûda, çanda rêzgirtin û çakbîniyê  heye. Civaka Kurdistan layiqê çandeke hikumran û bêtehamulî nîne. Parastina Şivan Perwer û hemû kesên wek wî yên ku ji ber ramanên xwe yên cûda di bin tehdîtê de ne, erkeke demokratbûnê ye.

Kesên vê kampanyaya linçê dane destpêkirin, bila bizanin, wê gelê Kurdistan Şivan Perwerê ku nêzîkê 40 salan e, êş, kêf û hêviya wan berdaye ser stranên wan, bûye qêrîna azadiyê, tenê nehêle.

Ew kesên ku li pêş bîrûraya giştî dibêjin, ew daxwaza „aştî“, „biratî“ û „demokrasî“yê dikin, divê beriya her tiştî li hember gelê xwe, rewşenbîrên xwe, siyasetmedarên xwe zimanê aştî, biratî û demokrasiyê bi kar bînin,  di pêdiviya çarçika vê rûmetê de tev bigerin.


IKMG-Interpendent Kurdish Media Group – Endamên Lijneya Weşanê
Murad Satik, Riza Dînç

Balkêş e ?
Close
Back to top button