Ji Weşanên Han du berhemên nû
KNN/Pirtûk
Weşanên Hanê ku ev demek e li Berlîn kar û xebatên weşangeriya Kurdî dike, di sala nû de bi berhemên nû xwendevanên xwe pêşwazî dike.
Yek ji wan romana nivîskarê Kurd Kovan Sindî ya bi navê Nalînên Peravan-2 ye. Bergê yekemîn di sala bihurî de derketibû. Îsal jî bergê duyemîn ya romanê hat weşandin. Roman ji 227 rûpelan pêk dihê. Di bin nivîsa beşek ji romanê nasnameya pirtûkê jî hatiye destnîşankirin.
Berhema din jî ya nivîskarê Kurd Abdusamet Yîgît e û wî ji ev car çîroka Şamaranê bi zimanekî destanî nivîsiye. Berî niha jî çîroka Şamaran bi şêweyên cûr be cûr hatibû weşandin, lê cara yekemîn e ku wek roman hatiye nivîsandin. Berhem ji 202 rûpel pêk dihê. Hîna hin berhemên din yên ev herdu nivîskarên me yên hêja di nav plana weşanên Hanê de ne.
Her wisa, li gor ragîhandina edîtoriya Weşanên Hanê, jibo Newrozê, wan kampanyayeke taybet ya bi navê 21 Berhemên Newrozê saz dikin. Di vê kampanyayê de dı roja 21 Adar 2011 de ji çîrokên zaroka heta felsefe, lêkolîn, werger, roman, helbest û berhemên folklorî wê bihêtin weşandin. Edîtorê Weşanên Han Zeynel Abidîn di vî warî de wisa dibêje: “Îsal em dixwezin Newroza xwe bi 21 berhemên Kurdî yên bi nirx pêşwazî bikin û vê kampanyayê jî wek kevneşopî di her Newrozê de pêk bihînin.”
Kerem bikin ji herdu berhemên nû beşeke bo we yên hêja hatine pêşkêşkirin.
KNN/Nahê Xan
Nalînên Peravan 2
Kovan Sindî
Li navenda wî gundî peya bû, xatir ji wan hevrêyan xwest, û wekî sîhtavekê li ber çavan winda bû û bi piyan ket rê ya xwe. Zivistanekî dijwar bû, erd mîna kevilê di avê de nimihandî weha nerm bibû, demê gavên xwe dihavêtin ew xaka weha nerm dibin lingan de wekî hevîrekî avkêş diçû xwarê. Pelên ewran li asmên belav bibûn, li hin deran sîhbera wan diket erdê û li hin deran jî tîrêjên xorê di nêvra vediweşihan jêr. Pir bêriya wî sirûştî kiribû, jê xerîb bibû, hinek caran di rê de radiwesta, serê xwe serhevraz dikir, li asmên mêze dikir, bêhna xwe kûr dikişand û ew bayê weha giyannoş î pak henase dikir. Weha ketibû nava deştekî rût, ku tenha hinek şîvik û girik lê bûn. Ew girik jî wekî baniyan pahn û fireh bûn. Aliyê xoravayê jî, wekî aliyê başur hindî bi çavan hatiba dîtin deşt bû û li aliyê bakur çiyayek ji nêzîk diket di rê ya wî de.
Hêdî xor ber bi avabûnê ve diçû, perên xwe daweşandibûn jêr û wekî meşxelekî êgir li paşiya asmên dibin pelên ewran de geş dikir. Ji aliyê bakurxorhelatê ve ewrekî tarî asman dapoşandibû û wekî kûnekî reş biser rûyê erdê de girtibû. Hêdî duniya tarî dibû û êdî baş ber lingên xwe ne didîtin. Di wê gavê de, hizirên pir bed û neyênî li ser tendrûstiya xwe dikirin û ji xwe ra digot,”weha diyare, tû şevkorî Têlo, welê bawer bike ev tarîkiya van şevên kanûna paşîn ne ji te tenê ra weha reş in”.
Weha tarî bû, ku eger mirovî engosta xwe jî kiriba di çehvê hevalê xwe ra ne didît, ew deşta fireh tenha wekî deriyayekî reş li pêş çavan dihat xûya kirin û qet çirîskek êgir jî li çi deran ne dihat dîtin. Li demekê dilopên belav yên baranekî hûr barîn û hindî diçû xorttir dibû. Dawiyê weha baran barî, herwekî mirov devê guzikê avê dernişîv bike erdê, ew şov bûn lêhm, herî, û mîna qîrê dima bi binê pêlavên wî ve. Kurra wan şovan lingên wî pir giran kiribûn, ku kotek pêngavên xwe di nav de dihavêtin û dimeşiya. Dibin wê barana wesa xurt de deziyê zuha diber de nema, ji ser ta pa şil bibû, dilopên baranê biser sûmayê wî de dihatin xwarê, diber pistûkan de diherikîn jêr û berûpişt biser qapûtê wî de diçûn xwarê. Êdî kincên wî bi tevayî diber de şil bibûn, wekî kurtanekê diber de giran û sengîn bibûn ku kotek dibin de dimeşiya. Çaxekê ser di kavilên gundekê der bû, ku hemî vale bûn, kes têde nema bû, herwekî ferman li wir rabibû, ew gund weha bê xweyî û bê xûdan mabû. Hinek ji wan xaniyan hêşta wekî xwe mabûn, ne roxa bûn, li ser xwe bûn, welê vale, û bê dergeh û pencer bûn. Di wê tariyê de hest dikir, ku ew gund dikeve bintara çiyê, welê di wê şeva weha reş de ne dihat dîtin ka çend jê dûr yan jî nêzîk bû. Demekê seglûrek hate guhan û gava li semta wî dengî nihêrî çav bi agirekê ketin, ku di nava tarîkiya şevê ra di wê dolê de diçirisî. Hema rast qesta wî agirî kir, welê gava çend pêngavan di kolanek ji yên wî gundê xopan de meşiya li kêteyê kotanekê hilingift, hinek vetrûskî lê xwe vegirt, ne ket erdê, hema vetewiha wî kêteyî û wekî gopalekê di dest xwe girt. Hêdî û pir bi hoşdarî ber bi wî agirî ve diçû heta pir nêzîk bû. Demê nihêrî, dît sûmayên du zelaman li ber geşatiya guriya wî agirî rewşen dikirin, wekî din helbet çi tişt ne dihat dîtin.
Her navberekê yekê ji wan zelaman, nav li segan dida, wîştên û fîtî vêra didan. Carekê hew dît, du segên gurêx li pêşiyê derketin, li herdu aliyan xwe tê wer dikirin, lê di wê tariyê de baş ne dihatin dîtin, rengên wan jî wekî yê wê şevê reş û tox bûn. Dawiyê wan herdu segan pir neçar kir, hinek caran li ber sîngî radibûn ser herdu lingên xwe. Helbet wî jî bi saya wî kêteyê di destan de parastina xwe jê dikir, û hêdî û gav bi gav pitir xwe nêzîk wî agirî dikir.
Ew herdu zelam jî rabibûn ji piyan ve, yekê ji wan kepene di milên xwe werkiribû û xwe dabû ber kevirê wê rizdeya wekî nîvşikeftekê. Yê din jî bi destekê di qefta çifteya xwe ra girtibû û lê heytand,”tû kî yê kuro, vê şevê li vir çi dikî ?”.
“Ez im, ez rêving im”, bi dengekî stûr î bilind bersiv da.
Demê Têlo weha vêra axivî, êdî çengên wî zelamî sist bûn, pir bi bêhnfirehî lûleya çifteya xwe dîsan serejêr kir û li hevalê xwe zivirî. Hevalê wî xortekî sinêle bû, dîsan ji pişt wî şaxê kevirî derket û hat ber agirî.
Têlo bi wî xortê tazegehayî ra vepeyvî,”were mamo, were ne tirse”, gava li gel axiftina xwe li doran nihêrî bala xwe dayê, keriyekî bizin û pêz di devê wê dolê de dabû hevşiyan. Ronahiya êgir biser wî keriyê pêz de diçû û çavên wan postanan li ber wê şewqê wekî moman diteyisîn. Ji piyan ve li ber agirê wan rawesta, herdu destên xwe birin hindavê û germ kirin.
Çaydanekî ji teniyê wekî qîrê reş di nava pelên agirê wan ra bû, hilmekî wekî xûnavê di lûleya wî ra derdiket û li ber wê ronahiya êgir ya geş zer dikir. Xûya bû ku hêşta çay di wî çaydanî de mabû, hinek caran ew hilma weha germ dibû dilopên avê, û diber serpoşa wî de biser wê xweliya germ de dirêhtin û dibû kifkifa wan. Li ber wî agirî jî, li her aliyekê du cihên ji keviran û pûşî hatibûn saz kirin û her yekê çanteyekî rîsî jî li bin serî bû.
Wî zelamê rengesmer, yê qarik, bejinkurtik, ku temenê wî nêzîk çilûpêncan xûya dikir, çifteya xwe dîsan da bi wê rizdeya kevirî ra, qet vêra ne axivî û çi pirs jî jê ne kirin. Weha bêdeng bi hevra ji piyan ve li ber êgir rawesta bûn û xwe germ dikirin. Carekî din, wî zelamî dest havêtê komekî êzingên hişik yên darberû danan ser kuçikî û agir pitir geş kir.
Baran berdewam dibarî, û çirpêna dilopan bû jorda wekî rohndikan ji kevirî diketin xwarê, û cihên xwe mîna korikan di rûyê erdê de kola bûn û kiribûn çalikên biçûk. Cihê wan zelaman zuha bû, ji ber rizdeya kevirî baranê jê ne digirt. Dîwarên wê şikefta biçûk ji teniyê reş bibûn, ji xweliya kuçikan pir bû, xûya bû ku ew der cihê rêwiyan, qaçaxan, şivanan û nêçîrvanan bû.
Her navberekê wî zelamî dibin bruhan de, li Têloyî yê wekî dêwekê dinihêrî, qet bawerî pê ne dihat, welê hindî çavdêrî lê dikir çi çek vêra ne didîtin.
Wî xortê sinêle jî yê reng spî, bejinzirav î porxelek, kepene di milên xwe werandibû, hinek caran çavên xwe yên reş biser rûyê Têloyî de dibirin, nefesa xwe pir bi aramî hildikişand, rengê wî pêtû bibû, diyardeyên tirsê di rûxsarî de xûya dikirin û di naxê xwe de ji wî rêvingî pir bi guman bû.
Dawiyê wî zelamî ew bêdengî şikand, serê xwe rakir û lê nihêrî,”kerem bike rûne, diyare tû pir kesîre yî”.
Nalînên Peravan 2 – Kovan Sindî
—————————–
Şahmaran – Abdusamet Yîgît
Roj hin bi hin bilind dibû. Bi ber êvarî ve diçû. Wê ku hinekî dî jî têve çûba, wê êdî bûba êvar. Ku ro çû ava, êdî her kesek wê li hundur li hevdû rûniştîbana. Heya ku ro neçûbana ava jî, ti kesekî xwe ne diavêta hundur. Lê ku ro çû ava, êdî her kes xwe diavêta hundur. Lê ku avêtina hundur bû jî, êdî li hundur, ew dema ku xwe avêtina hundur bû jî, pêşî wî şîve ku hatî amede kirin, wê sofre wê vebûbana û wê hatibana ser sofre û wê malî hemû jî bi hev re wê li ser rûniştibana û wê bidest xwarinê kiribana. Her kesek, ku ro çû ava, êdî bi hev re li hundurû dibû. Ku bi hev re dibû jî, wê pêşî xwarina xwe ye şîvê wê xwariban û piştre wê bi hev re li hevdû rûniştiban. Di malê de yê herî kal li dore wî dihate rûniştandin. Wê civat li dore wî li hevdû bûbana. Ev yek, kevneşopyek bû.
Cemşîd jî, hê biçûk bû. Tenê dayika wî hebû. Bavê wî hê ku ew zaro bû miribû. Ji ber vê yekê, weke yekî sêwî jî lê dihate meyizendin. Ew zaroyakî şêwî jî bû. Lê ti kesekî, ev yek, li rûyê nedida. Ne dianî bîra wî. Ji xwe, ev yek kirin jî, weke bê hûrmetiyekê û bêrêziyekê jî dihate dîtin. Zaroyên ku şêwî bûn jî, weke ku nêzîkî meleyîkatan (ferîşte) bin dihatina dîtin. Her weha ev yek, weke nirxeke pîroz jî di nav xalkê de li jiyanê li têgihiştine her kesekî serwer bû. Kê jê çi hatibana, wê ji aliyê xwe ve bê ku bêne ser ziman, wê alîkariyeke xwe ji wan re bikiribana. Ev yek jî, weke kevneşopiyekê bû. Dema ku ev yek dihate bîra mirovekî, weke ku pîroziyek di wê heyemê de bihatana bîrê li mirov dihat. Bi nirx û têgihiştin nêzîkati hingî dihate kirin. Di wê kêlîke ku her weha hatina bîrê çêdibû, têgihiştin bi nirx dibû û di jiyana mirov de serwerî mirov dibû. Ev yek, weke hizreke pîroz ye ku Xwedayekî anî ser ziman bû. Her weha bi vê yekê, baweriyek jî dihate ser zimên.
Li welatê Kurdan, pêşketineke mezin ye ku ji gelek demên berê ve bû hebû. Di wê heyemê de, ev yek wilo bû. Cemşîd û dayika xwe ye ku pir pîr û ku navê wî Hêle bû jiyaneke xwe ye ku di rewşe xwe de di buhurandin. Jiyana wan, ne wilqasî bi dewlemendî dibuhurî. Lê dilekî wan yê ku jevre û dorê re pir dewlemend bû hebû. Dayika Hêle, jineke zana bû. Her kesekî bahsa wê û zanebûna wê dikir. Ti kesekî ku navê wê jî ne bihîstibû jî ne bû. Ew jiyaneke ku pir hêja bû. Di aqilê xwe de pir li pêş bû. Mêr jî bana û jin jî bana, ku jê biçûktir bana lê dihîsand. Li gotina wî dihîsandin. Ev yek, weke kevneşopiyekê jî bû. Ma gelo miroveka ku jin jî bana û mêr jî bana, ku pîr bana, ma kê wê karîbana ku bê hûrmet û bê rêziyekê li ber wan bike. Ev yek wilo bû. Diviyabû ku mirov ev yek weha bianiyana ser ziman. Têgihiştine ku hebû û serwerî jiyanê bû, pîr û kal weke fîlozofên wê dihatina dîtin. Ev yek bê gotin wilo bû. Ti kesekî nikaribû ku dijî vê yekê bana. Yên ku li dîijî vê yekê bana, weke ku li dijî çandaka xalkê ya herî kevn bana. Ev yek jî her weha ti carî û demî ne dihate erê kirin.
Cemşîd û dayika wî ya pîr, ji bilî çêleke wan ye ku wan jî bû ku pê debara xwe bikin û jiyana xwe ye rojene bi şîrê ku jê digirtin bidine berdewam kirin pêve ti tiştekî wan nebû. Dayika Hêle jî her timî, ji wê çêlekê şîr digirt û dimeyand û piştre bi meyandinê ku ew kiriya mast, êdî wê dihilda û di bira bazarê û di firot û bi wê ji her weha dabara xwe dikir in. Jineke pîr û kurê wê her weha dijîn. Lê bi wê jî jiyaneke wan ye ku pir xweş bû hebû. Ji jiyana wan memnûn bûn. Di gilihên wan ji jiyana wan de nebûn.
Jiyana ku bi dilê mirov bê, dilê mirov xweş û pak dike. Bi dilê xweş û pak jî mirov bi dil pakiyakê dixweşa. Ev yek jî her weha weke xosletekî jiyanê yê bi têgihiştin heya. Ev xoslet, divêt ku pir baş û qenc were têgihiştin. Mirovên li jiyanê dijîn, di têgihiştine vê yekê û xosletî de bûn. Dema ku mirov li jiyanê dimeyîzend, mirov vê yekê her weha pir baş û qenc fahm dikir. Di kevneşopiyan de, di naqabîna ti kesekî de cudatî nebû. Ji bilî wê jî kê karibana, kevneşopiyên xwe bianiyana bicih, dianî bicih. Lê yên ku nikarîbana ku bêne bicih jî yên ku li dore wî bûn, wê alî wî kiribana û wî jiyana wî pê û bi mala wî bi wê kevneşopiyê, wê ku wekehev, wê kiriban ku berdewam bûbana. Ev yek, ji nirx û zanebûnê dihate dîtin. Zanbûn ji ji nirx dihate dîtin.