Li Başûrê Kurdistanê malperek nû
Ji Bo Çapemenî Û Ragihandina Kurdî
Û Tevahiya rojnamenûs û Xebatkarên Ragihandinê
Silavên Kurdane Ji Bo Tevahiya We Û Pênûsên We
Hewl û Hogirên birêz û birûmet
Weke dizanin Başûrê Kurdistanê niha xwedan ezmûneke siyasî, demokratîkî, civakî û ragihandiniye, her wisa di wan salên dawî de gelek pêşkeftinên êrênî yên girêdayî bi qedera tevahiya Gelê Kurd ve di vê beşa Kurdistanê de hatine bidestxistin.
Bi taybetî di warê çapemenî û ragihandinê de em dikarin balê li ser yek ji wan pêşkeftinên mezin bikêşinîn, îro her çend hin Neyar û Nahezin Gelê me hewl bidin ku, zimanê meyê şîrîn û birûmet qedexe bikin jî lê lihember wan qedexekariyan li Başûrê Kurdistanê de çapemenî û ragihandina Kurdî a bi zimanê kirmanciya şîrîn pêşkeftineke gelek baş bi xwe ve dîtiye vê berdewam di pêşkeftin û xizmet kirina vê zaraweya şîrîn a zimanê Kurdî de be.
Di vê warê de heta niha çendîn malper bi vê zaraweya şîrîn weşanê dikin û ji niha û pê de jî dû malperên din dest bi weşanê bi vê zaraweya han dikin û hun weke Rojnamenûs, xebatkarên çapemeniyê û lêkolîner û siyasetmedar û çalakvanên Kurd dikarin ji niha û pê de nûçeyên girîng yên di derbarê Başûrê Kurdistanê, hewldan, xebat û karû çalakiyên Serok Mesûd Barzanî, Kak Nêçîrvan Barzanî û Kak Mesrûr Barzanî di wan her dû malperan de bişopinin.
www.weneuhewal.com
www.kurdistantv.net
bi hêviya serkeftin û pêşxistina zimanê meyê qedexekirî
silav û rêzên me.
Nûserên wan her dû malperan
22.2.2011