Serokê Kurdistanê xelata aşitiyê wergirt
Li gora nûçeya Kurdistan TV,ji beriya çend Mehan Berpirsên peymana Atlantîka Bakûr(NATO) Serokê Kurdistanê ji bo wergirtina yekemîn xelata Atlantîc a NATOYê berbijar kir, Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî beriya çend rojan bi mebesta wergirtina vê xelata han serdana Ewropayê kir û îro jî gehêşte Paytexata Îtalyayê û ji aliyê Rayedarên vê welatî û NATOYê ve hate pêşwazî kirin.
Piştî merasima pêşwazî kirinê di saet 10 şev ya bi demê Hewlêrê, di merasimeke pirşikû de yekemîn xelata NATOYê ya bi navê ATLANTIC pêşkeşî Serokê Kurdistanê hate kirin.
Di destpêka vê merasima han de çend peyv ji aliyê Rayedarên NATOYê ve hatin pêşkeş kirin û rola Serokê Kurdistanê a di zal kirina çanda demokrasî û azadî a li Rojhilata Navîn, Îraq û Kurdistanê de bi girîng hate wesifkirin.
Di berdewamiya wan peyvan de meseleya bihevre jiyana Kemeneteweyên olî yên li Kurdistanê de û riha biratî û çanda lêbûrînê a li Kurdistanê de hate nirxandin.
Di vê derbarê de hate gotin ku, li Kurdistanê de çandeke gelek baş ya bihêz a çend Neteweyî û çend olî heye û tevahiya wan jî di bin Serokatiya Serok Barzanî de bi hevre weke bira û bêyî ti kêşeyek dijîn.
Her wiha piştgîrî kirina Serok Barzanî ji welatiyên Mesîhî bi taybetî ev welatiyên ku li Başûrê Îraqê de reviyane û hatine Kurdistanê jî bi erkeke mirovahî û serdemiyane hate wesif kirin û spasiyên tevahiya welatiyên Mesîhiyên Cîhanê, Vatîkan û tevahiya Serokên welatên Ewropayî jî pêşkeşî Serokê Kurdistanê hatin kirin.
Her wiha di berdewamiya vê merasima han de Nunerê Papaya Vatîkanê jî li ser navê oldarên Mesîhî spasî û destxweşiyên xwe pêşkeşî Serok Barzanî kir û ezmûna demokratîk a li Kurdistanê ji bi nimûne ji bo tevahiya ev welatên ku, xwedan civakek pirrengên wesif kir û da zanîn ku, hebûna Kurdistanê û ezmûna vî ya demokratîk li Rojhilata Navîn de cîha dilxweşî û keyfxweşia meye.
Di beşeke din ya vê merasima han de Cîgirê Serokwezîrê Îtaliyayê jî peyvek kurt pêşkeş kir û balkêşande ser rola Serok Barzanî û çanda lêbûrdeyî ya Gelê Kurd û diyar kir ku, beriya ku, Encîl û Tewrat werin ser erdê ev Gelê Kurd li Deverê xwedan Şarestaniyeteke pêşkeftî û demokratîk bûye û azadane jiyan kirina welatiyên Mesîhî li Kurdistanê jî her berdewamiya ev çanda han ya kevnare.
Piştre zêdetir ji 8 Senatorên Berpirsiyar ji NATOYê li ser dîkê made bûn û çend peyvek li ser çawetiya xelata han û sedemên berbijar kirina Serok Barzanî a ji bo wergirtina yekemîn xelata NATOYê rave kirin û spasiya Serok Barzanî û hewldanên vî yên bi rûmet ên ji bo zal kirina aştî di nava Rojhilata Navîn bi giştî û li Îraq û Kurdistanê de bi taybetî kirin.
Pişt re jî Serokê Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û keyfxweşiya xwe a li hember ev merasima han diyar kir û spasiyên xwe jî pêşkeşî organîzatorên vê merasimê û ev kesên ku, vî weke Berbijarê vê xelata han destnîşan kirine kir.
Serok Barzanî di berdewamiya peyvên xwe de balkêşande ser vê yekê ku, Kurdistan welatê tevahiya ev kemeneteweyên oliye ku, tê de dijîn, bêyî ti cudatî û tevahiya kemenetewên han wek hev û yeksanên.
Serok Barzanî her wiha diyar kir ku, Gelê Kurd bi çanda xwe ya lêbûrdeyî û lêbûrînê hatiye nasîn û ev çanda han jî hertim vê bihêztir bibe.
Serok Barzanî di beşke din ya axaftinên xwe de careke din tekez li ser piştgîrî kirina welatiyên Mesîhî û parastina tevahiya mafên wan kir û da zanîn ku, Kurdistanê çende welatên Kurdaye ewqas jî welatê Mesîhiyaye.