Cîhan

Me baregeha îstîxbarata leşkerî ya 110 kîlometre di nava axa Îsraîlê de kir armanc..!

Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Nasrallah dibêje: “Me baregeha îstîxbarata leşkerî ya 110 kîlometre di nava axa Îsraîlê de, kîlometrek û nîv dûrî Tel Avîvê kir armanc.”

Nasrallar di derbarê êrîşên Hizbullahê li ser Îsraîl de daxûyaniyek da û got: Westatiya dijmin a madî û manewî didome. Îsraîl hemû xetên sor derbas kir. Gelek sivîlên Lubnanî şehîd bûn. Yek ji sedemên paşxistina êrîşê ew bû ku em biryarê li ser planek hevbeş bidin, ku em bala xwe bidin ser armancekî taybet yan êrişek giştî. Emerîkî dixwazin êrîş rawestin, lê her cure piştgirî didin Îsraîl.

Berdewamiya axavtina xwe de serokê Hizbullahê got: Diviyabû ev êrîş bi bandor û kûr di nava xaka dijmin de bibûya. Ji ber vê yekê me baregeha leşkerî ya Glilot û navenda Mossad a li nêzî Tel Avîvê kir armanc. Me li baregeha Glilot û çend baregeh û navendên leşkerî li bakurê Filistîna dagirkirî û Girên Golanê xist.

Ev êrîşa Hizbullahê bi wekalet êrîşeka Îranê tê lidarxistin.

Back to top button