“Em xwediyên rastî yên van axan in”
Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan, wek ji nû ve Tirk ketine axa Kurdistanê de axivî.Di merasima pîrozkirina 953emîn salvegera “Serkeftina Malazgirtê” ya ku li navçeya Xelata a Bedlîsê hat lidarxistin da daxuyaniyên balkêş da. Erdogan: “Xwedanên eslî yên van axan em in. Yên ku nikaribin hebûna me ya li Anadoluyê tehemûl bikin, wê şikestineke mezin bibînin.”
Erdogan beşek axavtina xwe de dibêje: Tovên evînî, biratî û hevgirtinê yên ku bav û kalan li Anatolyayê çandibûn, ewqas kok girtin û mezin bûn ku, hêza kesî tuneye vê zagona biratiyê ya hezar salan xera bike, hilweşîne. Hewl dan me li gorî etnîsîteyê ji hev biqetînin, li gorî mezheb û ferasetê me ji hev cuda bikin. Wan hewl da ku li ser cudahiyên ramanên siyasî nakokiyan biçînin. Hewl dan bi rêya rêxistina terorê ya cudaxwaz di navbera me de dîwarên nefretê ava bikin. Bi gelek fen û fîtên bi vî rengî xwestin biratiya me bobbebaran bikin û me bikin moriyên ku bi hêsanî bikaribin daqurtînin. Bi arikariya xwedê û pêşbîniya miletê me yê ezîz em serkeftin. Em wek 85 mîlyon ji her demê bêtir yekgirtî ne. Em îro jî heman tiştî dikin. Em bi çirandina senaryoyên li ser welatêmê têne çêkirin rêya xwe didomînin. Ez dixwazim hûn bizanin ku em ne parêzvanên van axan, lê xwediyên rastîn in. Em hem li ser û hem jî li bin vê axê ne. Anadoluya ku di her çargoşeyekê de şehîdek tê de ye, welatê me ye. “Tişta ku li benda wan kesên ku hîna jî nikarin hebûna me li vir bihesînin û yên ku hîn jî li pey xeyalên xam in, têkçûnek mezin, wêranî û têkçûnek giran e.”
Axavtina Erdogan balkêş bû, ev axavtin bi gelek cureyan hate nirxandin. Wek ku, Tirk cara ewile axa welatekî dagir dikin,wek ku ji nû ve ketina xaka miletekî de axivî. Her çikas behsa biratî û hinek xalên din kirîn jî, lê axavtinek ku, di dîtina MHPê de hate kirin.