Cîhan

Esad: Hewldanên ji bo başkirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re bê encam ma.!

Serokê Sûriyê Beşar Esed got ku hewlên ji bo başkirina peywendiyên bi Tirkiyê re heta niha encameke berçav negirtine.

Esed di axaftina xwe ya li Parlamentoya Sûriyê de, amaje bi hewldanên lihevkirinê yên Rûsya, Îran û Iraqê kir û got, “Tevî cidiyet û îradeya rastîn a navbeynkaran, ti encameke girîng ji destpêşxeriya derneket.”

Tirkiyê di sala 2011an de piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê, ku tê de piştgirî da opozisyona ku hewl didin Esed hilweşînin, têkiliyên xwe bi Sûriyê re qut kir. Esad opozisyonê wek terorîst dibîne.

Esed got, “Çareserî zelal e. Ji bo sererastkirina têkiliyek, pêwîst e pêşî sedemên ku bûne sedema wêrankirina wê ji holê bên rakirin.”

Serokê Sûriyê eşkere kir ku ew dixwazin hêzên Tirkiyê ji Sûriyê vekişin, lê ev ne mercê pêşwext ji bo danûstandinan e.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di destpêka tîrmehê da gotibû, “Dibe ku Esed “di her kêliyê de” ji bo hevdîtinên muhtemel ên ji bo başkirina têkiliyan were vexwendin.

Back to top button