Cîhan

Erakçî:Kafkasyayê ji aliyê jeopolîtîk û stratejîk ve ji bo Komara Îslamî ya Îranê girîng e.

Wezîrê derve yê Îranê li ser hesabê xwe yê Xê daxûyaniyek ragihand û behsa pêwendiyên Îranê û welatên herêmê di hukumeta nû de dike.

Erakçî dibêje: Duh û îro wezîrên derve yên Misir, Tirkiye û Erebistana Siûdî bi telefonê pîrozbahiyê pêşkêş kirin. Çûna ber bi herêmeke bihêz û yekgirtî ve bi rêya diyalog, hevkarî, sînerjî û empatiyê bi welatên herêmê re, di rêza sereke ya siyaseta derve ya hikûmeta 14emîn de ye.

Erakçî berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: ” Her wiha duh û îro wezîrên derve yên Azerbaycan û Ermenîstanê bi telefonê pîrozbahiyê li min kirin. Herêma Kafkasyayê ji aliyê jeopolîtîk û stratejîk ve ji bo Komara Îslamî ya Îranê girîng e. Nêzîkbûna dîrokî, çandî û erdnîgarî girîngiya berfirehkirina peywendiyan bi welatên vê herêmê re du qat zêdetir kiriye.”

” Wezîrê Karên Derve yê Îtalya Antonio Tajani îro telefon kir û pîrozbahiyên xwe pêşkêş kir. Me li ser geşedanên herêmê gotûbêjeke berfireh kir. Min ji wî re got ku berteka li hember kiryara terorîstî ya Rejîma Siyonîst li Têhranê, neçar e. Ev bersiv dê rast û hesabkirî be. Berevajî Rejîma Siyonîst, Îran her çiqas ji vê yekê natirse jî li dû zêdekirina aloziyan nîne.”

Back to top button