Cîhan

McKenzie: Iraq wê bixwaze hêzên Amerîkî li wir bimînin

Kenneth F. McKenzie Generalê Amerîkî pêşbîniya wê yekê dike Hikûmeta Iraqê di dema guftûgoya stratejiyên li gel aliyên Amerîkî ku biryare di demeke nêzîk de destpêbikon, daxwaza mayîna hêzên Amerîka ya ji bo rûbirûbûna Da’îş li Iraqê bike.

Kenneth F. McKenzie Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Amerîkal li Rojhilata Navîn li vîdeo konferanseke navenda lêkolînê ya Washingtonê got: “Ez li wê baweriyê da me, Hikûmeta Iraqê wê daxwazê bike hêzên Amerîka û hêzên Hevpeymanan li Iraqê bimînin”.

Her wiha balkişand li ser wê yekê û got: “Erkê me yê li Iraqê ji bo şikandina rêxistina Da’îş û hevkarîkirina Iraqê ye, li vî derbarî de jî li dijî rêxistinê em gihîştine serkeftinê”.

Back to top button