Cîhan
Da’îş êrîşî artêşa Iraqê kir

Li êrîşeke Da’îş da ya li ser gundeke tixûbê qezaya Daquq serbazeke artêşa Iraqê canê xwe ji destda û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Doh bi şev çekdarên Da’îş li qezaya Daquq ya li Başûrê Kerkûkê êrîşî ser yekîneyeke artêşa Iraqê ya li gundê Etşanî ye kir.
Li wê êrîşê da serbazeke artêşa Iraqê ya bi navê “Amir Salim” canê xwe ji destda û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Eve çend meheke çekdarên Da’îş li navçeyên Kurdistaniyên derveyê Îdareya Herêma Kurdistanê bi giştî û tixûbê parêzgeha Kerkûkê bi taybetî, êrîşî ser hêzên emniyên Iraqê û xelkê sivîl zêde kirine, ji bilî wê helmetek ji bo şewitandina dexl û danên cotkarên wê navçeyê dane destpêkirin ku heta niha bi hezaran donim zeviyên çandiniyên hatine şewitanin.