Nivîsar

Wateya peyva “Rûşûştî“ yê

Di Çanda Kurdî de gelek peyv hene û wateya wan ji wateya wan a ferhengî ducatir e. Yek ji wan jî peyva RÛŞÛŞTÎyê ye. Ev peyv, ji peyva RÛ û ya ŞÛŞTinê afiriye.

Wateya RÛyê, diyar e ku sîma ye û ya ŞÛŞtinê jî paqijkirina bi avê ye. Lê dema ev herdu peyv gehane hevûdu, bi temamî wateyên xwe guhertine û naverokeke dî ji xwe re derxistine holê:

Rûşûştî, yanî fedî nake, şerm nake, li her cihî gotinên çors dibêje, peyvên ku li her cihî nayên gotin dibêje û peyvên giran ji kesên qenc re dibêje.

Ev gotin, bi piranî ji bo zarûkên piçûk ên lawînî tê gotin. Dema ku zarûka kurînî lawikekî bi tenê be, dê û bav pir zêde qîmet didinê. Ji ber wê yekê ew jî rû digire û dibe rûşûştî.

Herweha dema civatek zêde rûmet dide nivîskarekî, siyasetmedar û hunermendekî, ew kes êdî rû digire û zimandirêjiyê li her kesî dike. Ji kesên wisa re rûşûştî tê gotin. Ew kes li civatan, dev davêjin her kesî û li dijê wan peyvên xirab û yên heqaretwarî dibêjin.

Dema zilamek zêde rûmet dide jina xwe û jê hisdike, jinik rû digire û rûşûştî.

Duayekî Kurdan heye, gotine:
”Ya Rebî! Tu me şaş nekî.
Dema te em şaş kirin, me fehş nekî.
Dema te em fehş kirin jî, tu me bi erdê ve kaş nekî.”

Îcar hin kes hene, di salên xwe yên 40-50 de, karê baş kirine û civatê rûmet daye wan.
Piştre îcar dema dibin 60-70 salî, li hemû civatan dema ku rûdinin, axaftina wan tenê peyvên giran in ku ji kesên baş re dibêjin.

Xwedayê mezin kesî neke rûşûştî.

10/ 06/ 2020

Zeynelabidîn Zinar

Back to top button