Kultur

Li Kerkûkê zimanê Kurdî li ser tabloyên hikûmî rakirin

Avahiya nû ya Encûmen û Parêzgeha Kerkûkê dikevê başûrê bajar û li ser tabloyê zimanê Kurdî û tirkmenî hatiye rakirin û tenê bi Erebî li ser hatiye nivîsîn.

Avahiya nû ya Dadgeha Kerkûkê jî tenê nivîsîna zimanê Erebî li sere, çend fermangeheke din jî zimanê Kurdî li ser tabloyan hatiye rakirin.

Star Cebarî 30 sale karê xweşnivîsînê dike û tabloyan amade dike û beşek ji poster û labloyên îdareya Kerkûkê ji aliyê wî ve têne nivîsîn û ew dibêje: Tu demekê wekî van sê salan dijayetiya zimanê Kurdî nehatiye kirin.

Her wiha ev kar di demek de têne kirin ku li gor destûra Iraqê zimanê Kurdî li gel zimanê Erebî, zimanê fermî yê Iraqê ye.

Balkêş e ?
Close
Back to top button