Mamostayên Zimanê Kurdî dest bi karê xwe dikin
Mamosteyên Zimanê Kurdî yên ku ev sal ji Zanîngeha Mêrdînê Beşa Kurdî mezûn bûne, îsal wê li dibistanên cuda dest bi mamostetiya Zimanê Kurdî bikin.
Li gor ragihandina malpera CNNturkê, ”ev mamoste wê di serê pêşî de wek peymanbest mamostetî bikin.”
Piştre eger di Zagona Bingehîn de Kurd û Zimanê Kurdî hatin misogerkirin, hingê mamoste jî wê li karê mamostetiya hertimê ya Zimanê Kurdî bidomînin.
Çewa ku tê zanîn, Zanîngeha Mêrdînê du car xwendekar ji bo Zimanê Kurdî wergirtine; carek 250 kes û cara dî jî 500 kes.
Di Hezîrana îsal de 500 kes bawernameya xwe ya kurdî gava wergirtine pîrozbahiyeke pir xweş digel şahiyê kirine. Ew mamoste niha li bendê ne ku qadro bo wan bêtin terxankirin.
Em jî wek Rojeva Kurd serkeftin ji mamosteyên Zimanê Kurtdî yên nû re, xasma jî bo wan mamosteyan fedekar ku ders dane sipas dikin û serkeftin bo wan dixwazin
31/ 07/ 2013/Enqere
Behram Badim