Nivîsar

Rizgarî cesaret û yekbûne

 
Cesaret nirxekê menewî a mirovahîyêye. Jîyana bê cesaret li bin tirsêda derbaz dibe bê wate û bê hêjaye. Tirs hemû derfetan ên mirovan dide xitimandinê. Dûjminê lapî mezin tirse, tirs nexaşîke îrsîye (dol) xronîke. Cîyê ku lê cesaret heye tirs têk dice. Miletê kurd demeke pir dirêjbû ketibû li bin bandorên tirsê. Tirsê gellekî hukmî li ser kurdan kirbû, ev tirs dujmin bi sed salanva ji vî gelîra anîbû. Hertim jî birayên kurd ên cuda cuda bi ser nave biratîya olî bi zimanê oldarî bi derewan kurd dixapandin (û gellek cara hemberî hevdu kurd radikirin) bi navê ol bi navê Xwedê kurd didane tirsandinê, bi sîyaseteke qirêj paşê jî kurd înkar dikirin. Ji ber vê tirsê kurd hevdura xwedî dernediketin.

  TIRS  KUJERÊ  ZÊHNÎYATÊ  Û  MENEWÎYYETÊYE

Jîyana bi tirs mirina bê wedeye. Cesaret hewildan û wetaya jîyanêye.

Jîyanêda cesaret û zanebûn vejîne. Tirs jî elameta xizantîyê, mirin û tune kirinêye. Ne ku tenê kurd usa jî welatê wan û bi navê kurdayetîyêva girêday hemû tişt: ziman, dîrok, çand, zargotin, huner û y.d. hatibû tirsandin û dagirkirin. Demeke pir dirêjbû kurda nikarbû ji tirsa nirxên giranbaha yê netewî ra xwedîtî bikirana.
Jîyan cesaretê hesdike, cesaret jî azadîyê. Gel qedera xwe dispêre ewledên xwe ên têgêhîştîye bi cesaret. Menevîyata gelan jî di zanebûn û merîfeta kesayyetên yên gelêrîva tê pîvandin. Gel beqî ewledên xwe ên bi culet, bi cesaret û zane dibe milet.

Kesayetên gel jî ku tên tirsandin an jî dagirkirin wê demê gel ji pêşerojê tê qutkirin û ber bi tunebûnê ve tê meşandin. Lema jî kesayetan ra berî her tiştî cesaret, culet pêwîste. Mirovên bi cesaret û têgêhîştî dergên azadîyê li ber gel vedikin, dergevanê azadîyê û jîyana netewin.
Her tişt qîmetê wê heye, lê pejirandina nûjenbûnê pir dijware. Mirovahî hertim ji nûjenbûnê newêre.

  Rizgarbûna Kurdistana Azad serbest û azadbûna kes û keseyata kurdên cîhanêye, azadbûna menewîyata gelê kurde, tewsandina tirs û xofêye a ku li ser netewa kurd bi sed salan va ji hêla zebtkar û qetilkarên kurdan va dihate pêk anîn. Kurd û kurdayetî di sînorê tirsêda hatibû givişandin, fetisandin û înkar kirin, resena keseyata kurd dihat talankirin, heyîn û hebûna kurd dihat tune kirin. Gelê ku li bin bandoran da dijî qîmetê xwe winda dike û ji hemû nirxên netewî û menewî, ji mirovahîyê dûr dikeve.

Gelê rizgar altindar û alvane, rizgarî tu tiştîra guhurandin nabe, gelê azad nemir û jîre.

  Belê rizgarbûna Kurdistana Azad azadîya menewîyata netewa kurda, bilindaya serê kesên kurde, serkeftina cesareta kurde, sîyanet, şeref û wetaya jîyana gelê kurde. Rizgarbûn parastina şeref û nirxên gelê kurde. Rizgarbûna gelê kurd destanîna cesaret û zanebûna kesayetên gelêrîye.
Rizgarbûna Kurdistana Azad şansa xwe îfade kirina keseyata gelê kurde, him li welat da, him jî ji welat der cesaretê dike ruhê kesayeta kurd. Li ber vê cesaretê tirsa sed salan (hezar salan) têk dice, kurd û Kurdistan bi kubarî û bi bawerî careke din xwe digihînin şaristanîke miqîm ber bi pêşerojê gavên hemdemî davêjin.

Şoreş û cîvata bê kesayet, bê rewşenbîr hertim dikule an jî têk diçe. Welat ku undabûnê millet jî winda dibe, mirovê ku welat nasnake bi xwe jî nasnake. Ji bo vejîna gel û destanînên nû hertim kesayetên rewşenbîr ên têgêhîştîye bi cesaret pêwîstin. Kesayetên bi cesaret azadîyê bê hedd û bê şert hesdikin.
Beşa mirovahîyê a desthilatdar her dem ji nûjenbûnê xwe pajda dide. Şoreşa Berzanîyê bê evez niştîmanêda bû hewla destpêka nûjenbûnê. Gelê kurd ji stûxarîyê a li ber dîrokê û ji tirsê xilas kir, gel gîhande sîyaneteke tewrebilind (alî). Ji bo azadîya keseyata kurd, ji bo rizgarîya welat netew dijî dagirker û qetilkaran ên xwîmêj, ên qenîmê kurd û kurdayetîyê, dijî tirsê seferber kir. Kurdistana Azad berhem û xelata cesaret û şoreşa Berzanîyê têgêhîştî û lêgêndar (efsanewî) û nemire. Rizgarbûna Kurdistana Azad derfetê dide kesên kurd ku li resena xwe ra xwedî derkevin.

Armanc û daxwaza kurdan azadî û wekhevîye. Tu astengîyan ev meramên qenc nikarbûn bidin qerisandin û fetisandin, azadîxwezîyê hertim jîyanêra derfet dida gelê kurd.

Netewa kurd li ser parastina nirxên mirovahîyê biryar girtîye bi vî awayî jîye û jîyaneke bi şeref îro didomîne, bi cesaret dijî û diafrîne, hêjayî jîyanêye. Hemû dijwarî û zordarî bi şeref alt kirin bûne alvanê serkeftinê li Kurdistana Azadda. Gel li ser şarîstanîke klasîk, li ser çandeke kevn modêrbûneke pêşketî bi bawerî dîyar û ava dike, di Rojhilatêda bûye nemûne (mînak).
Hukumdarîya bi zorê ya li ser gelan hertim mirovahîyêra zirarê tine. Bê bawerbûn tunebûna menewîyata mirovahîyêye. Gelê kurd bi cesaret, bi bawerî pêjda dimeşe.

Tirs pêşketinanra astengîyan çêdike, lê bawerî derfeta pêşketinaye. Kurd jîyana paqij gellekî hesdikin, bûne xwedî culet û bawerîke miqîm, nirxên mirovahîyêye tewrebilind (dêmokratîyê) dipejirînin û dinirxînin, efrandar û parazvanên azadîya pîrozin li rojhilatêda, binelî, bajarvan, û torîvanê dîroka kevnarin, bûne şehedê dîrokê li her demê. Bi cesareta xwe va îro dîrokê duguherin, serarast dikin. Bajarvan û binelîyên dunya kevnar cîhana hemdemîda bê şik hêjayî jîyana paqij a wekhev û nûne. Him cesaret, him jî feresata wan têra vê yekê dike. Kurdistana Azad li cîhana bê dad, bê edaletda altindarîya netewa kurde a li ser zulm, sîtem û koletîyê , altindarîya li ser tirsê, zelaletê û dagirkarîya barbare, jîyanek zelal û bi cesarete ji bo hemû kurdan.

Her gel gorî hêza xwe dijî û dimeşe. Kurd bi cesaret di nav dunyake bê dad û bê edalet rewşa jîyanê û hukmê dîrokê a durû û hov duguherin cîhanek wek hev ava dikin û bi serfîrazî ber bi hetevîyê diçin.

Gelê ku an jî kesê ku li bin bandoranda dijî nirxê xwe (qîmet) unda dike û ji hemû nirxên menewî ên gelêrî, netewî dûr dikeve. Mirov û netewên bê welat ên bindest sêwîyê cîhanê, hêsîrê dîrokêne.

Miletê bê welat barekî girane ji bo dîroka mirovahîyê, hertim ber bi tunebûnê tê defdanê, kişandinê, zêdeyê jîyanêne. Ên ku ji bo çareserîya pêşeroja wan bi zanetî dikevin li bin vî barî kesayetên bi cesaretin an navê mêrxasîyê distînin an jî şeîd dikevin (qehremanin). Aferîn ji wanra. Miletê ku ji bo pêşerojê şeîda dide ji mirinê natirse û venakişe serbilinde û mafê wî jîyanê heye. Şeîd wesîla jîyanêne a bi sîyanet. Netewa kurd ji bo pêşerojê, ji bo jîyana serbest, paqij bi mîlyonan va şeîd qurban dane. Di sedsalîya dawînda qurna XX an da pênc mîlyon ewledê xwe hêja undakiriye gelê kurd. Dîroka mirovahîyêda tu miletî ewqas şeîd nedaye ji bo rizgarî û pêşerojê. Bi şeîdên xweva gelê kurd û her çar parçê Kurdistanê serbilind û şahnaze. Şeîdên niştimanê mizgînya pêşerojêne  a serbixwe.

Welat nanê cesaretê û azadîyêye, gelê bê cesaret, bê culet bê rumet û serberjêre. Welat qedera mirovan û şerefa gelane.
Rizgarî cesarete, cesaret jî hêz û azadîye, yekbûne…

   Welatê kurdan Kurdistan li bin vîna dewletên desthilatdar yên împêrîalîstda dihat hincirandin,çewsandin û talan kirin,çawa ku li girtîgeha dunyayêda mabû,dihate zêrandin.Şikir îro kurd û Kurdistan berbi azadîyê,berbi serxwebûnê dimeşin.Kurdistana Azad şansa rizgarbûna Kurdistana giştîye.  Ev parçeke Kurdistanê di meydana azadîyêda gavên xwe ên pîroz bi kubarî , bi bawerî û bi serfîrazî pêşda davêje,duxulxule,xweş û şên dibe .Kurdên bi şeref hemû bê firnax û şanazin,îftîxarê dikin,xwe bextewer û hetev dihesbînin . Ji vê  hêjatir jîyanêda tu tişt tunene.Kurd behra cesareta xwe divînin,welatê xwe ra xwedî derdikevin.

  Mirovên ku hevdu fehm nakin,naecbînin,hevdura qedir danaynin nikarin yekbûna xwe ava bikin.Yekbûna gel ê kurd derengî ketîbe jî xuya bû. Kurd azadîyê tu tiştîra naguharin.Pêşeroj ya kurdane.lewra kurd yek dibin…

16-17.x1.2005.

BÊWAR BARÎ TEYFÛRÎ

Back to top button