Eger gotina wan neke, dê Salih Muslim jî bikujin
Nivîskara Tirk Seda ŞİMŞEK nivîsa xwe ya dawî de bi serdêra (Salih Muslim li nav zeviyên mîn de) nivîsandiye. Balkişandiye li ser kûştarên Fransayê û her wiha balê dikşîne li ser metirsiya kuştina li ser Salih Muslim.
Nivîskar wiha nivîsiye: Piştî serdana Tirkiyê ya Salih Muslim, li Qamişlo kuştina Isa Huso Endamê Encumena Bilind û hevalê nêzîkî Ocalan, wan kuştarên li Fransayê tîne bîra mirov. Her çende herî zêde guman li ser El Nusra jî be, Muxaberata Suriye û Milîtanên Ketîbeya Kudusa Îranî jî li Herêmê bi hejmareke zêde ve hene.
Her wiha berdewamiya nivîsa xwe de dibêje: Piştî serdana Salim Muslim ya Tirkiyê, Tirkiye kartên nû li ser mêzeyê belavkir. Eger di navbera Tirkiye û Kurdan peymaneke çêbibe, bi mehan ku ew biryara Tirkiye dixwest ji Neteweyên Yekgirtî (Biryara Herêma bi Ewle) li nav sînoran de (De Facto) dê pêk bê. Wate herêmeke ku rejîm nikare tevlî bibe (cografyayekî rizgarkirî). An ku kunek mezin li nav qeleya Baas-Iran-Hizbullah.
Li vî warî de hinek kesan bi kuştina Huso xwestin encam û nirxa guhertina aliyê xwe nîşa Salih Muslim bidin. Salih Muslim êdî li nav zeviyên mîn(mayin) deye. Eger zêdetir here sinyala wê yekê dan ku dikare bigihe wî, û jê re gotin “Emê te jî bikujin”.