Civak

Felakedîn Kakeyî 1943 – 2013

Felekedîn Kakeyî sala 1943ê li bajarê Kerkûkê jidayêk bû û ew yek ji endamên malbata seyîd û şêxên kakeyîyan bû. di destpêka jiyana xwe ya nivîskariyê de weke kesekî çepê kurd, digel çalakvanên siyssiyên erebên îraqî, dest bi nivîsîn û karê siyasî dike. Destpêkê wî di rojnameya Alteaxî (PDK) binavê Helac li ser jiyana karker û pirsa kurd nivîsên xwe diweşîne.

Di serdema şoreşa Îlonê de kadiroyekê ber bi çav yê warê ragehandinê bû û piştî şikestina şoreşê weke penaber diçe Îranê. Di destpêkirina şoreşa Gulanê û pêkanîna Serokatiya Demkî ya Partiya Demokrata Kurdistanê de Kakeyî roleke ber bi çav dilîze û heta kongreya 12 ya PDKê, ew endamê komîteya merkezî û endamê polîtbûroya PDKê bû.
 
Felekedîn Kakeyî kesekî gelek nêzîkî Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî bû. Ew demek dirêj berprisê ragehandina PDKê bû. Di avakirin û pêşxistina hemû çalakiyên rewşenbîrî û rêxistinê kulturî de  wek pêşmerge roka xwe lîstiye. Piştî serhildanê endamê yekemîn parlamentoya Kurdistanê bû û du car jî postê wezîrê rewşenbîrî yê hikûmeta Kurdistanê wergirtiye. Piştî jinavçûna rijêma Sedam Hisên, Kakeyî dibe şefredaktorê rojnameya Alteaxî li Bexdayê.

Felekedîn Kakeyî, di nva cîhana rojnamegerî, rewşenbîrî û siyasî de li Kurdistan û Îraqê kesekî gelek naskirî bû. Wî gelek giringî bi pirsên kulturî û perwerdeyî dida. Ew di warê tesewifê de kesekî şareza û pispor bû û ew aşiqê lêkolînên di warê tesewif û hebûna wê di edebiyat û kulturê kurdî de bû.

Di dema şerê navxwyî de wî hertim di nivîsên xwe de dinvîsî: ”ew şer dê raweste û kurd dê neçar bin destê hev bigirin”. Biamadekariya kongerya Netewî  ew gelek bi vê pêngavê dilxweş bû ku, wî digel Îdrîs Barzanî ji bona kongreya Netewîya Kurdî, di dema xwe de, gelek xebat kiriye.

Back to top button