Civak

Malpera Dalkurd FF ê hate hilweşandin

Malpera kluba futbolê Dalkurd FF ji aliyê nijadperestên turka ve hate hackirin. Li gorî agehdariyan, nijadperestên bi navê ”turkey cyber army” êrîş biriye ser malperê.

Kluba Dalkurdê, ji bo erdhejiya Wan ê berî niha bi swêdiyan re maçek futbolê li Stockholmê pêk anîn û hatina aborî gihandin Wan ê. Malper di dema kampanyayê de rolek erênî lîstibû. 

Dalkurd FF klubek nasdar ya futbolê ye, û her roj hejmarek mezin ji xwendevanan ji gelek welatan serdana malperê dikin û agehdariyên pêwîst distînin. Rola malperê mîna pirekî ye di nav Dalkurd FF û klubên din, kesên dilxwaz.

 
www.dalkurd.se niha ji nu ve tê avakirin.

Back to top button