Polîtîk

Konferansa Kurdên Kazakistanê: Ne maqule ku çil milyon Kurd bê dewlet be

 

Rojeva Kurd taybet: Li 19.11.2011 bajarê Çîmkenta Kazakistanê ji aliyê Komeleya Hêvî ve konferansek li ser pirsa Kurd ya li rojhilata navîn û êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi beşdariya rewşenbîrên Kurd û Kazakî û biyaniyan hate saz kirin.

 

Di destpêka konferansê de Uzuyova Seyid Derxan Sebir Cîgirê Serokê Zanîngeha Dewletê axaftinek pêşkêş kir û axaftina xwe de silava hemû beşdarbuyan kir û xweşhaliya ji bo saz kirina konferanseke bi vî awayî ya li zanîngeha wan û ji aliyê Komeleya Hêvî ve derbirî. Her wiha got ez xweşhalim ku îro li zanîngeha me konferanseke wiha de pirsên navdewletî dinirxîne. Ev pirsgirêka ku hatiye pêşkêşkirin pirseke navdewletiye û pirseke mezina cîhane. Ji bo çareserkirina vê pirsê de cîhana navdewletî û Neteweyên Yekgirtî xemsare û eger niha neyê çareserkirin dê pêşerojê de ev pirs gelek mezintir bibe. 

 

Her wiha Uzuyova Seyid Derxan Sebir got: Ne maqule ku 40 milyon Kurd bê dewlet û bêyî mafê çarenusa xwe bimîne. Beşeke dinê axaftina xwe de got Diplomasiya Kurd berev pêş diçe û ez bawerim Kurd nexşeyeke baş ji bo diplomasiya xwe datînin. Berî deh salan ev konferans hatiba kirin dibe ku kesek beşdar nebuya, lê îro diyare gihiştiye asteke baş.

 

Piştî axaftina Derxan Sebir, Dr Mihemed Barazî Serokê Komeleya Hêvî xêrhatina mîhvanan kir û xweşhaliya xwe ji bo axaftina Serokê Zanîngeha Dewletê ya Kazakistanê derbirî û behsa kar û çalakî û armancên komeleya Hêvî kir û da zanîn ku ev deh sale komeleya wan pêwendiyeke baş li gel dam û dezgehên Kazakistanê de heye û pirsa Kurd jî li gor kar û xebatên xwe bi civaka Kazakî didin naskirin. Barazî da zanîn ku Kurd daxwaza serxwebûnê nakin lê daxwaza Federaliyê û pêkve jiyanê dikin ji ber ku mezintirîn û bihêztirîn welatê cîhanê bi federaliyê tê rêvebirin. Her wiha Berazî behsa êrîşên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê kir û got gelek balkêşe ku cîranên Iraqê dijî federaliyê têdikoşin. Ji bo çareserkirina pirsa Kurd jî got: Êdî dema şer nameye û divê her pirsgirêk bi rêya diyalog û aştiyane bête çareserkirin. Her wiha kilîla çareserkirina pirsa Kurd jî destê wan hêzan deye ku wan Kurdistanê dabeşî çar perçeyan kirine. Dawiya axaftina xwe de Barazî da zanîn ku divê dewleta Kazakistanê jî tevlî çareserkirina pirsa Kurd bibe.

 

Her wiha li vê konferansê de peyamên rewşenbîrên Kurd Kinyas Ibrahîm Mirzayov, Nadir Nadirov û Dr Azîz Ziya û hwd. jî hate xwendin.

 

Back to top button