Kultur

Pêşangeha resamên kurd li Stockholmê

Di 19ê çiriya paşîn a 2011ê de li Stockholmê li kitêbxaneya kurdî pêşangeha resamên hunermendên kurd hat li dar xistin. Pêşangeh ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Kitebxaneya Kurdî li Stockholmê û Komeleya Nivîskarên Kurd hat amadekirin. Resamên kurd Zaria Zerdest, Siyamend Kaya, Mahmud Al û Mihamed Seyda tevî tabloyên xwe bêşdarê pêşengehê bûn.

Şermîn Bozarslan li ser navê FKKSê, Newzad Hirorî li ser navê kitêbxaneya kurdî,  Pasa Uzun li ser navê Komeleya Nivîskarên kurd axaftin û di axaftinên xwe de girîngiya rojek weha bo hûner û hunermendan diyar kir.

Resamên kurd Zaria Zardasht, Siamend Kaya, Mahmut Al û Mohammed Seyda ji bo amadabûyan xwe dan nasandin, behsa hûnera xwe kirin û spasîya  her sê rêxistinên kurdî kirin ku ev pêşengeh organîzekirine.

Pêşangeh di seat 13:00 dest pê kir heta 17:00 berdewam bû,  gelek kes beşdar bûn, bi dilxweşî li tabloyên ressaman nihêrîn û  ji wan agahdarî wergirtin.

Back to top button