“ Li vî welatî kurd tunene.Heçî bêje ez kurdim ezê tifê rûyê wan bikim“

Parlementerê Dersimê Huseyin Aygun ji bo di derbarê Dersimê de dîtinên xwe gotin di nav CHP-ê de, dixwazin wî darve bikin.Tu behsa Dersimê nakî, li Suri hevalbendiya rejima Bişar Esad bikî. Tu parêzgeriya Ergenekonê bikî, piştre jî behsa “ sosyal demokrasiye“ behsa guhertina bikî, kî ji we bawer dike?

Sal 1925. Di projeya reforman li şerqê de:

“ Li bajara û qezeyan di ofisên hukumet û şeredariyan de û dezgehên din yên hukumî de, dibistana, li bazara  li her derî tê îlankirin ku; Yên ji bilî Tirkî zimanek din kiset bikin dê bêne cezakirin. Divê rojek zûtir  pê ku Dersim tevlî kurditiyê bibe bête azadkirin“

Sal 1930. Wezîrê Dadê Mahmut Esat Bozkurt dibêje:

“ Baweriya min û fikra min ewe ku,ev welat bi xwe Tirk e. Heçî ne Tirkên esîl bin mafêk yê wan heye. Ew jî bibin xulam û bibin kole.“

Sal 1925. Serokê parlementoyê Abdulhalik Renda di rapora xwe ya şerqê de dibêje:

“Li hinek wilayetên rojavayê Firatê kurd bi awayekî belave cih bûne, divê em wan bikin Tirk… Ji bo vê divê em 10 salan hukmê avarte(Urfî) ragihînin…“

Sal 1926.Ji rapora Mufetişê Mulkiyê Hamdi beg:

“ Çikas diçe Dersim dibe Kurd.Tehluke jî mezin dibe. Dersim ji bo cumhuriyetê pirzikik e. Divê li ser vê pirzikê ameliyatek bête kirin , da ku ew ihtimala encama tehl ji holê bête rakirin.“

Sal 1930.Serokwezîr Îsmet Înonu, 31-ê Tebaxê sala 1930-ê ji Miliyetêre dibeje:

“ Li vî welatî tenê Tirk dikarin doza mafên nijadî bikin. Wek din,  ne mafê kesekiye doza tiştekî bike“

Sal 1931.Ji Rapora Serokfermandarê Tirkiye Fevzî Çakmak:

“ Dersim cahil e. Divê iskana icbarî bête karanîn. Divê desthilatdariya welatên dagirker bidin kardestên dewletê. Divê Tirkitiyê bidin qebûlkirin. Divê memurên kurd ji herêmê bêne dûrxistin. Şoreş bi nermî sernakeve. Midexeleya hêzên çekdar dê bandora xwe baştir bike û wê bibe bingehê pêkanînek baştir.Divê kurditî di nav civata Tirk de bête helandin.“

Sal 1932. Ji rapora wezîrê navxwe Şukru Kaya :

“ Divê em xelkê Dersima Bakur koçberê rojhilatê bikin. Ji berî operasyona leşkerî destpêbike divê hemî çekên di destê xelkê de bêne kom kirin. Memurên ji herêmê(yanî Kurd) hemû sîxurin. Divê em fêrî Dersimiyan bikin ku eslê wan Tirk e. Divê manawrayên perwerda balafiran li ser asmanê Dersimê bêne kirin.“

Sal 1940. Ji rapora CHP-ê:

“  Divê em Kurda bikin Tirk. Pirsa kurd pirsgirêka Tirkiye ya herî girîng e. Mercê asimîlasyonê yê herî girîng hînkirina zimanê Tirkiye.“

Sal 1961. Serokê înqilaba 27-ê Gulanê orgeneral Cemal Gursel dibêje:

“ Li Vî welatî Kurd tunene.Heçî bêje ez kurdim ezê tifê rûyê wan bikim“

Sal 1986. Ji wezîrê dervê yê dema Suleyman Demirel, kesayetek bi salan walitî, berpirsiyarê giştî yê asyîşa Tirkiye kirî, Îhsan Sabrî Çaglayangil serokê CHP-ê ji Kemal Kiliçdaroglu re dibêje:

“ Li Dersimê xelk revîbûn ketibûn di nav şkeftan de.Leşker gazên bi jehir karanîn. Ew wek mişkan jehr dan, ji 7 salî heta 70 salî li Dersimê Kurd hemî şerjê kirin.“

Sal 1986.Muhsin Batur Paşa, fermandarê hêzên asmanî yê ku muxtiraya 12-ê adarê îmze kirî, dema bûyerên Dersimê efsereke genc e di hêzên asmanî de. Dema behsa erka xwe ya taybet ya Dersimê dike , dibêje:

“Me çadirên xwe biçekî ji dûrî Elazîzê, li quntara çiyayê Xarbutê danîn. Me cara yekê êrîş bir ser Pertekê. Me ji du mehan zêdetir karek taybet kir. Ez doza lêburînê ji xwendevana dixwazim  behsa vê beşa jiyana xwe nakim..“

Sal 1991. Şêvekî li Enqere li kluba Anadoluyê, li ser şîvê de Demirel ji minre got:

“ Leşkera ji berî sala 1980-ê “ Qanuna Dersimê“ ji min xwestin. Min neda. Li Dersimê tiştên gelek xirab çêbûn. Anadolu mozaikek bi rengine… Gotina “ Ez çi bextiyarim ku Tirkim“ lê nenêre biçekî bêhna nijadperestiyê jê tê..“

Sal 2010. Serokwezîr Erdogan  dibeje:

“ Sala 1938-ê,li Dersimê 50 hezar kes hatine qetil kirin“

Hinek parlementerên CHP-ê ji van rastiyan aciz dibin. Ev rastî ji dîroka CHP-ê bi xwe tên.
Parlementerê Dersimê Huseyin Aygun ji bo di derbarê Dersimê de dîtinên xwe gotin di nav CHP-ê de, dixwazin wî darve bikin.
Heyf..
Tu behsa Dersimê nakî, Li Suri hevalbendiya rejima Bişar Esad bikî. Tu parêzgeriya Ergenekonê bikî,piştre jî behsa “ sosyal demokrasiye“ behsa guhertina bikî.
Kî ji we bawer dike?

 

HASAN CEMAL- MİLLİYET

Werger: D.J/Rojevakurd

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: