Malikî şertên Barzanî qebûl dike

 

Malikî şertên Barzanî qebûl dike

Rewşa serokwezîrê İraqê Nurî Malikî tevlî hev dibe û partiya wî nuha lêdixebite ku, têkeliyên xwe digel herêma Kurdistanê normal bike u şertên serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî webûl bike

Piştî xwepêşandanên Suneyan berfireh bûn û hemû wîlayetên piranî mezheb Sune vergirtin û xwepêşandan nêzîkî paytextê, Bexdayê bûn, Elî Sisitanî merceyê Şîeyên İraqê ferman daye Nurî Malikî ku, têkeliyên xwe digel herêma Kurdistanê normal bike û şertên Barzanî jî qebûl bike

Li gor rojnamey Şerqolewsat ku, bi zimanê erebî ji Londonê weşana xwe dike, Sîstanî gotiye ku, têkeliyên kurdan û Şieyan têkeliyên dîrokî ne û bi tu awayê nabe ew têkelî têk biçin

Rojnama navborî dinivîser ku, di bin zixta Sîstanî û di bin zixta xwepêşandanên Suneyan de, Malikî çend pêngav avêtine ku, digel herêma Kurdistanê aşt bibe

– Malkî razîbûye operasyonên Dicleyê hilweşîne ku, ev yek ji şertên serke yên kurdan bû,

Firokexaneya Kerkûkê  weke firokexaneyeke medenî vegerîna bin kontrola îdareya Kerkûkê

Careke dın nûneratiya hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê bê vekirin û dest bi karên xwe bike, weke tê zanîn piştî têkçûna navbeyan Malikî û kurda, bi biryara Malikî nûneratiya Kurdistanê li Bexdayê hatibû daxıstın

Çareserkirina pirsa budceya giştî, budceya pêşmerge, pirsa neft û gazê û pirsên din di demek nêzîk de bi rêya gotûbêjan bên

Li gor wê rojnameyê, Sistanî û aliyên din yên Şîeyan ji Nurî Malikî serokwezîrê İraqê re gotiyr ku, yan divê bi awayekî sertaserî reforman bike û pirsgirêkan çarser bike yan dev ji serokwezîrtiyê ber de û kesek din her ji lîsteya wî bibe serokwezîr

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: