Hate ragîhandin ku serokê saziya firotina çekan bo derva Anatoly İsaikin gotiye ku welatê wî hêjî çekan dişîne Sûriy. Lê belê vê jî gotiye ke ew çekên ku dişînin, ne yên êrîşan in.
Anatoly İsaikin gotiye: Peymana me bi Sûriyê re heye. Em çekan difiroşinê. Lê belê ev çekên ku em niha didin Sûriyê, ne ew çek in ku Yekîtiya Neteweyan qedexe kiriye.
Hêja ye bê gotin ku heta niha Çîn û Rûsyayê, sê zagonnumayên ku ji bo Sûriyê amade kirine, veto kirine. Ji ber ku ev herdu welat dibêjin, bila mudaxeleya derva li Sûriyê çênebe, lê bila Sûriye xwe bi xwe pirsgirêkê çareser bike.
Serokê saziya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî gotiye, ji roja ku şer li Sûriyê dest pê kiriye û heta niha 70 hezar kes hatine kuştin.
Rojeva Kurd