Malikî bi fermî uzra xwe ji Erdogan xwest

Piştî ku alozî ketye navbera Bexda û Enqereyê, duhî di peywendiyeke telefonî de Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê bi awayekî fermî daxwaza lêbihurînê ji Receb Teyb Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê kir.
Berî çend rojekan serokwezîrê Îraqê di daxuyaniyekê de Tirkiye bi wê yek tawanbar kir ku mayê xwe di karûbarên navxweyî yên Îraqê dike û serokwezîrê Îraqê ew destêwerdananên Tirkiyeyê di karûbarên navxweyên Îraqê de bi (karesat) binav kiri bûn. Tirkiyeyê jî li hember daxuyaniyên Malikî di daxuyaniyekê de gotinên Malikî bi (behekîmane) wesf kirin.
Li ser wê daxuyaniyê, wezareta derve ya Iraqê bangî sefîrê Tirkiyeyê li Bexdayê kir û bala Tirkiyeyê kişand û di derbarê daxuyaniyên Erdoganî de ne rihetiya xwe diyarkir.
Herwesa sefareta Tirkiyeyê ya li Bexdayê kete ber guleyan û vê yekê zêdetir Tirkiye aciz kir û Erdogan gefa vekişandina diplomatkar, û daxistina sefaret û konsulxaneyan (jiblî ya li Hewlêrê) li Îraqê kir.
Lê ji bo normalkirina rewşa peywendiyên dualî di navbera Bexda û Enqereyê de, serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî bi telefonê peywendî bi Erdogan kir û bi fermî daxwaza lêbihurînê jê kir.
Weke tê zanîn bizaveke xurt a bazirganiyê di navbera Îraq û Tirkiyeyê de heye û li gor wezîrê abûriyê hikûmeta Tirkiyeyê ticareta navbera her du aliyan gihiştiye 16 milyar dolaran.