Civak

Barzanî bi telefonê li rewşa Talebanî pirsî

 

Serokê Kurdistanê  Mesûd Barzanî, duhî bi rêya telefonê peywendî bi serokomarê Îraqê Celal Taleban  kir û li rewşa wî ya tendirostî pirsî.

Serok Barzanî di vê peywendiya telefonî de hêvî xwest ku, rewşa tendirustî ya serokomar Talebanî baş bibe.

Serokkomarê Îraqê spasiyên xwe pêşkêşî serok Barzanî kirin û ragihand ku, rewşa vî ya tendirustî baş e.

Serokmarê Îraqê Celal Talebanî, berî heftiyekê, ji bo îlacê çûye Almaniyayê.

Ofîsa serokomar, duhî,  di daxuyaniyekê de ragehand ku, roja pênçşemiyê 19.01.2012ê serok Talebanî li Almaniyayê ji aliyê pizîşkên taymetmedar ve hatiye emeliyat kirin û nuha tendirustiya  wî baş e.

 

Back to top button