Cîhan

The Guardian: Sê rê li ber Esed hene

Esed dîsa sozên ne zelal ên reformê dan xelkê, wî soz da di adarê de referandumeke destûrî li ser hikûmeteke piralî bê kirin, lê bawerîpêkirina wî bi awayekî tevahî li ba piraniya welatiyên Sûriyê hatiye jidestdan piştî derbasbûna gelek salan di ser van sozan re bêyî ku tu sozekê bicih bîne.

Beşar Esed helwêsteke negativ  û tund di gotara xwe ya dawî de girt, soz da serkêş û xwenîşanderan jinav bibe û hinek sozên ne zelal yên reformkirinê dan. Bi giştî helwêstên bi vî rengî paşxistina erkên mezin, tundbûna helwêstan, diyarkirina hestên kîndarî, dijmindariyê û windakirina demê lixwe digirin. 

Ji dema destpêkirina serhildana Sûriyê di adara par de, Esedî ev kêmasî hemû di kesatiya xwe de nîşan dan, û tekez kir ku ew bi kêrî posta serokatiya komarê nayê.

Rewşa derûtî ya ku Esed tê de dijî giringiyeke zêde werdigire di bin sîbera kûrbûna kirîza Sûriyê de ku ev 9 meh in berdewam e, hê jî ne zelal e çawa yan kengî ev kirîz dê xilas bibe? Rexnegir dibên Esed niha îzole û dûrî rastiyê dijî, lê di baweriya hinekên din de ew tenê “lîstik” e yan rehîne ye di destê xizmên xwe û efserên bihêz de. Lê bêguman ew ne kêfxweş e di karê xwe de.

Bêguman zextên li ser Esed êdî nayên tehmûlkirin, nemaze piştî kuştina 5 hezar kesan heya niha, û piştî ku lîderên Ereb tevî Amerîka û Ewropa bûn û daxwaza îstîfakirina wî kirin, herwiha piştî derketina şiyana dadgehkirina wî di NY de bi tometa pêkanîna tawanên dijî mirovatiyê, û piştî têkçûna rejîmê û zêdebûna xetera derketina şerekî sivîl. Gelo Esed wê birûxe? Gelo çi rê li ber wî hene:

Rev: Ger rewş xirabtir bibe dibe ku Esed hewl bide bireve, wek ku yekem qurbaniyê Buhara Erebî, serokê Tunsuê Bin Elî kir, yê ku reviya Erebistana Siudî. Lê di navbera Esed û lîderên Siudî de nexweş e, lewma dibe ku ew bireve Îranê yan Rûsya. Ger Esed biryar bide bireve, êdî çarenivîsa jina wî Esma jî ne zelal e. 

Şer: Nêzîkatiya niha ya danûstandina ligel kirîzê ji wan bingehan tê ku bavê Beşar, Hafiz bicih anîn. Esedê bav di sala 1982an de serhildana bajarê Hemayê bi hêzê vemirand û zêdeyî 10 hezar kesan kuşt. Lê heya niha kuştin û tepeseriyê fêde nekiriye. Esed dibêje ew şerê çekdarên ku piştgiriyê ji derve dibînin, dikin. Berdewamiya kuştin û binpêkirinan dê bibe sedem ku şanda Yekîtiya Ereban ji Sûriyê here û NY desttêwerdanê di karûbarên Sûriyê de bike. Esed di gotara xwe ya dawî de tekez kir ku ewê rêbaza xwe ya ewlekarî û leşkerî dijî xwenîşanderan berdewam bike. 

Gotûbêj: Esed dîsa sozên ne zelal ên reformê dan. Lê her kes dizane ku êdî Esed bi awayekî tevahî baweriya xwe di nav gelê Sûriyê de ji dest daye, kes jê bawer nake. Esed gelek caran soz dane, lê belê bicih nekirine. Esed kaxezên xwe yên dawî şewitandin ligel dewletên Erebî û rojavayî, nemaze Amerîka û Brîtanya. Êdî welatên rojava û welatên derdora Sûriyê wek Tirkiyê dibînin ku çarêya herî baş rakirina Beşar ji ser text e. Îsrail dixwaze Esed bimîne, ji ber ku parêzvanekî baş yê sînorê wan e. Beşar Esed di gotara xwe de qala gotûbêjan jî kir, lê armanca wî tenê mabûna wî li ser desthilatê bû. (Rûdaw)

Back to top button