Civak

Kurdistan: Gora komkujiyê

Li hemî derî hestiyên insana derdikevin û Kurdistan bûye gora komkujiyên komelî.

Piştî kolandinên li Diyarbekir devera Deriyê Sarayê eşkere bû kû gelek kes di salên 90 î de bi destê dezgehên dewletê hatine kuştin û her cesedên wan binax kirine. Heta niha li Deriyê Sarayê laşê 16 kesan  di bin binyata avahiya JITEM-ê de hatiye derxistin. Kolandin berdewam dike.

Piştî vê li devera Navça Silopî li baregehek leşkerî de li ser agahdariyekî kolandin hatin kirin û hinek hestiyên insana hatin dîtin. Hatibû ragihandin ku salên 90 ê 6 gundiyên kurd hatin binçavkirin û birin baregehê leşkera li devera Silopî.Lê tu cara ew 6 gundî ji baregehê derneketin û akibeta wan nehat zanîn.

Niha jî li devera navça Basa di nava baregehek leşkerî de li ser agahdariyekî dest lêkolînê hatiye kirin.

Ev kolandin hemî bi fermana dozerê xwedî desthilatdariya taybet yê li Diyarbekirê têne kirin.

Di salên 90 î her avahiyek ya JITEM û baregehên leşkerî bibûn cihê girtin, îşkence kirin û kuştinê. Her baregehek dikare gorek ya komelî be.

Rojevakurd

Back to top button