Pêwendî birayetiyê bi hêz dike

Heyeta ajansa geşepêdana rojhilata Anadol (DAKA), bi serokatiya Muemer Turker waliyê Hekarî serdana herêma Kurdistanê kir. Piştî şandeya (DAKA) ji başûrê Kurdistanê vegeriyayî Tirkiyeyê, di preskonferensekê de îşaret bi wê yekê kur ji bona ku bûyerên mina bûyera Roboskê dubare nebin, pêwîste bazirganiya navbera bakur û başûrê Kurdistanê bikeve di çarçoveyekî qanûnî de.
Heyeta ajansa geşepêdana rojhilata Anadol (DAKA) di serdana xwe de bo Başûrê Kurdistanê digel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, waliyê Hewlêrê Newzad Hadî, waliyê Duhokê Temer Remezan û çend berpirsên din yên hikûmetê hevdîtin pêkanîn, piştî serdana şandeyê bi Başûrê Kurdistanê bi dawî hatî, Turker li ser serdanê ji ajansa Cîhaniya turkî li ser encamên serdana xwe bo herêma Kurdistanê got:
– Me di hevdîtina xwe ya digel Barzanî behsa çewaniya pêşxistina bazirganiya ser sînoran kir, û me daxwaz ji Barzanî kir ka di vê çarçoveyê de, ji bona vekirina deriyên nû, ew dikare çi piştgiriyê ji me re bike. Hikûmeta me biryara vekirina du deriyên gomrikê daye, lê ji bo vekirina wan her du deriyên nû, nuha em li bendê ne ku aliyê îraqî piştgiriyê lê bike.
Waliyê Hekarî di berdewamiya axavtina xwe de got ku ji bona ku bûyerên mina bûyera Roboskê dubare nebin pêwîste bazirganiya li ser sînoran tê kirin bikeve di çarçoveyekê yasayî de.
Muemer Turker herwesa behsa giringiya wan vekirina her du deriyên nû yên di navbera bakur û başûrê Kurdistanê de kir û got:
– Vekirina her du deriyên nû, ne bi tenê dê bizava bazirganî pêşbikeve, lê dostayetî, xizmayetî û biratî jî bi hêz bibe.
Rojevakurd