Hevpeyvîn

Mafekî meşrû yê neteweyê kurd e ku wek ereb, tirk û farsan bibe xwedî dewlet

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîna xwe ya digel Kanala OTV ya Misirî de got:” Kurd Netewe ye, neteweya kurd bêyî daxwaza xwe hatiye dabeşkirin nemaze piştî şerê yekê yê cîhanê, wek cîhana erebî û navçeyên din ên cîhanê, lê em ji rastiya xwe têdigihin nemaze rastiya ku em îro tê de dijîn. Lê mafekî meşrû yê neteweyê kurd e ku wek ereb, tirk û farsan bibe xwedî dewlet.”

Serokê herêmê got:” Ez li dijî şîdetê me. Em îddîaya wê çendê nakin em ji farisan,tirkan û ereban bilindtir in lê em ji wana kêmtir jî nînin. Pêkanîna wê daxwazê jî bi şîddetê nabe. Çêdibe rewşek bê holê fars, tirk û ereb fahm bikin û piştgiriyê li wê mafê meşrû yê neteweyê kurd bikin ku neteweyeke bira ye ji bo wan neteweyan.”

Serok Barzanî derbarê nakokiya dawîna navbeyna PKK û hikûmeta Tirkiyeyê de jî got:” Ez ji wê rewşê gelekî dilteng im. Min hertim jî dupat kiriye, ew arîşe bi şîddet  û rêya leşkerî nayê helkirin. Ez gelekî jî kêfxweş im ku ji serkomar, serokwezîr û berpirsên Tırkiyeyê dibihîzim ew baweriya xwe bi çareseriya siyasî, aştî û demokratîk tînin. Tiştê ku min ji kurdan bihîstiye ew pêşwazî li çareseriya aştiyane dikin. Reftara dawîn jî cihê daxê bû çimkî çaverênekirî bû lewra em helwesta xwe ya neguher dupat dikin ku ew mesele bi rêya  leşkerî nayê helkirin. Bi ya min rêlibervekirina demokratîk ya hikûmeta Tirkiyeyê ya bi serokatiya birêz Erdogan rêya rast a çareserkirina vê arîşeyê ye û em piştgiriyê lê dikin.”

Serok Barzanî li ser pirsa “Hindek kes wiha şîrove dikin ku vê meseleyê têkilî bi nakokiya dawîna navbeyna Îsraîl û Tirkiyeyê re heye û çêdibe Amerîka jî bibe beşek ji wê arîşeyê û piştgiriya PKK’ê bike” got:” Mixabin hertim her pirseke têkilî bi kurdan re heye, bi Îsraîl û Amerîkayê ve tê girêdan, bi ya min wê nakokiyê çi têkiliyek bi pirsa Xezze û kirîza navbeyna Tirkiye û Îsraîlê re nîne.”

 

Pukmedia

 

Back to top button