Barzanî bi serok, cîgir û wezîrên hikûmetê re civiya

Îro çarşemiyê 14.07.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê digel  Berhem Ehmed Saleh serokê civata wezîran, Azad Berwarî cîgirê serokê civata wezîran û wezîrên dinên herêma Kurdistanê  civiya.

Di civînê  de, serok Barzanî bixêrhatina amadebûyan kir û behsa serdanên xwe yên bo welatên Tirkiye, Fransa, Almanya, Urdin û Misirê kir û derencamên  hevdîtinên bxiste bi serok û rêberên wan welatan re ji civînê re eşkere kirin.
Barzanî got ku wî  di wan serdanan da hest bi wê yekê kir ku giraniya herêm Kurdistanê gihiştiye astekî bilind.

Di derbarê serdana xwe ya bo Tirkiyeyê, serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku guhertineke mezin di siyaseta Tirkiyê de rû daye û pêwîste  herêma Kurdistanê piştgîrîyê li wê siyasetê bike.

Serok Barzanî got: Tirkiye li navçeyê dewletekî mezin e  dibe digel da dost bîn û kar ji bo berjewendiya her du aliyan bikîn. Di warê aboriyê de, Tirkye gelek pêşve çûye û di warê siyasî ve jî em digel vekirina demokratika Tirkiyê ne. Em hêvîdarîn Tirkiye li ser wê siyaseta xwe berdewam bê û tiştên biçûk tesîra xerab li ser wê proseya ku destpêkiriye nekin, ji ber ku eger ew mesele bi aştîyê çareser nebe, bi çek çareser nabe.

Li dor pêşvebirina pêwendiyan jî, serok Barzanî tekîd li ser pêşxistina pêwendiyên bazirganî, kulturî, sport û perwerdeyiyê digel wan wilatan kir û di vî warî de çend pêşniyarek xistin rû, yek ji wan pêşniyaran; pêkanîna lîjneyek bi serpereştiya wezîrê bazirganî û pîşesazî û endamiyetiya nûnerên çend wezaretekî din rên di warên cûda cûda de ji bo amadekirina raporek li ser çawayiya pêşxistina asta pêwendiyên di navbera herêma Kurdustanê û Tirkiyeyê de.

Sebaret bi serdana Fransa jî, serok Barzanî balkişand li ser wê peymana hevkariyê ku di dema serdana xwe ya Fransayê de di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Komara Fransa de hate îmza kirin. Serokê herêma Kurdistanê got ku Fransa amadehiyeke baş heye ji bo pêşxistina pêwendiyên digel herêma Kurdistanê da û divê  herêma Kurdistanê sûd ji wê helwesta welatê Fransayê werbigire û li vî warî de çend pêşniyarêk xistin rû bi danîna lîjneyek bi serpereştiya serokê Desteyê Veberhênan û endamiyetiya nûnerên çend wezaretêkê ji bo amadekirina raporek di derbarê çawayiya çalakkirin û cîh bi cîh kirina peymana hevakariyê  ya di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Fransayê de.

Li ser serdana welatê Almanya jî, serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ew welat jî dixwaze pêwendiyên xwe digel herêma Kurdistanê pêş bixe û ji bo vê mebestê jî pêşniyar hate kirin ku heman lîjne di derbarê çawayiya pêşwazîkirina li kompanyayên Almaniya û ji bo beşdariya wê ya avadan kirina Kurdistanê da raportek amade bike.

Paşê serok Barzanî di derbarê serdana fermiya xwe ya welatê Urdin û Misirê axaft û balkişand li ser wê yekê ku helwesta wan her du welatan digel wê yekê ye ku pêwendiyên xwe bi herêma Kurdistanê ra pêş bixin. Barzanî di axaftinja xwe de balkişand li ser hatina du şandeyên Urdinî û Misrî bo herêma Kurdistanê û ji bo vê mebestê jî pêşniyar hate kirin ku, di derbarê çawayiya pêşxistina pêwendiyên di navbera herêma Kurdistanê, Urdin û Misirê lîjneyek bi serpereştiya wezîrê navxo û endamiyetiya nûnerên çend wezaretekî bête pêkanîn. Û herwesa amadekirina du şandên cûda ji bo danustandina digel her du şandênurdinî û misirî.
 Hderwesa di civînê de biryar hat   dan ku, amadekariya pêwîst ji bo wê kongreya ku biryare li Qahîreyê, di derbarê pêwendiyên di navbera kurda û misirê di dîrokê da, bê bestin ku bi hevkariya wezareta rewşenbîriya Misrê tê saz kirin.

Herwesa di mijareke dina vê civînê de, serok Barzanî di derbarê du pirsên girîng de ku yekem; Di derbarê pêvajoya Iraqê bi giştî ya piştî hilbijartina parlamentoya Îraqê û guftugoya şandeya hevpeymaniya firaksyonên Kurdistanê li Bexdayê yên ji bo damezrandina hikûmeta nûya Iraqê bû. 

Duyem; Di derbarê raporeke rojnameya New York Times sebaret bi paşmayên berhemên safgehên neftê bû. Serok Barzanî naveroka wan danustandinan xiste rû ku li Bexdayê ji bo pêkanîna hikûmeta nû birêve diçin û tekîd li wê yekê kir ku kurd qet nabe beşek ji arîşeyên wan, lê belê beşek ji çareseriyê ye û digel wan hêz û qewareyan jî nêzîk dibe yên ku bernameya wan digel bernameya îtîlafa firaksiyonê Kurdistanî nêzîk e.

Sebaret bi raporta Rojnameya New York Times jî, serok Barzanî rênuwênî bi civata wezçran da ku bi tu awayekî nabe paşmayên berhemên safgehên neftê bi awayekî neyasayî ji herêma Kurdistanê derbiçin û daxwaz jî kir ku bi tundtirîn awayî duvdaçûn digel vê meseleyê da bê kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: