Civak
Tirkiye li tixûbê Kurdistanê hêzek nû cih dike
Dewleta Tirk di warê ewlekariyê de li tixûbê navbera xwe û herêma Kurdistanê de tedbîrên nû distîne. Tirkiye hêzên xwe yên li tixûb zêde dike. Hukumetê biryar daye ku hêzek taybet ji bo ewlakariya tixûbê xwe û Kurdistana başûr ava bike û dê ew hêz hemî ji leşkerên profesyonel pêkwere.
Li gora daxûyaniya serokwezîrê Tirkiye Tayîb Erdogan di vê derbarê de, wê nêzikî 150 bingehên leşkerî yên nû li ser tixûbê herêma Kurdistanê bêne vekirin û di van bingehan de ev hêzên nû bêne cihkirin. Herweha Erdogan da kifşkirin ku, ewê bi metodên PKK-ê şerê PKK-ê bikin