Hevpeyvîn

Şêxmus: Muhafazakarên YNKê rê li guherînxwazan girtin

Warvîn: Endamê desteya damezrêner ê YNKê Omer Şêxmus di hevpeyvîneke digel Warvînê de aşkere kir ku hêzên muhafazakar ên nav YNKê di kongreyê de li ser berjiwendiyên xwe rê ketin û namzetên xwe pêş xistine û got: “Hêzên ku pêştir di nav xwe de arîşe û nakokî hebûn û li ser pir pirsan nakokî hebûn, di kongreyê de ji bo ku rê li guherînxwaz, nameza jin û ciwanan bigirin, hevdu girtin.”

Hevpeyvîn: Ebdulrehman Elî

Warvîn: Di 3. Kongreya YNKê de bo yekem car 10 jin çûn nav civata serkirdeyatiyê. Pêştir di nav YNK’ê de jin di nav wan postên bilind de nebûn. Sedema wê guhartinê çi ye?

Omer Şêxmûs: Du-sê sedem hene ku pirsa jinê di nav YNKê de bê pêş. Yekem, di 2. Kongreyê de ne di nav serkirdeyatî de, ne jî di nav polîtburoyê de jin nebûn. Piştî kongreyê li ser wê pirsê munaqeşeyeke germ çê bû û ev pirs hate rojevê. Şepol Faxîr Mêrgesorî, çend babetan li ser vê rewşê nivîsî û digel min û çend siyasetmedarên din hevpeyvînan pêk anî û Mam Celal jî bersiva wî da. Me wê rewşê wek şermezariyeke mezin bo YNKê dizanî ku partiyeke pêşkeftî û radîkal bû lê nikarî jin bibin endamê serkirdeyatiyê. Duyem, desthilatdariya hizra baviksalarî bû. Çimkî hin jin xwe kiribûn namzet lê kes amade nebûn ku deng bidin. Di piraniya welatên cîhanê de civak alîkariya çîna ku lawaz e dike, da ku cudakariya ku heye nemîne. Wek mînak li welatên Amerîkayê bo reşik, jin, kêmendam û hin çînên din gavên baş hatine avêtin, da ku ew jî di birêvebirina civakê de rola xwe bilîzin. Herweha li Swêd û gelek welatên din jî wiha ye. Lewra me jî pêwîst zanî ku di nav YNK’ê de jin jî bibin serkirde.

Ji aliyeke din ve bi berdewamî rexne li YNK û PDKê dihat girtin ku çima di nav serkirdeyatiyê de endamên jin nînin. YNK dixwast bibe endamê Enternasyonala Sosyalîst. Lê partiyeke sosyal demokrat bê endamên jin çawa dibe? Me dixwast rêjeya jinan di kongreyê de ji %30 be lê li ser %20 rê ketin çê bû. Ev gava serekî ye, gava dawî nîne. Ya ku cihê dilxweşiyê ye 4 jin bi dengên xwe bûn endamên serkirdeyatiyê, pêwîstiya wan bi kotayê nebû. Ya ku dilê min xwe dikir, gelek jin di kongreyê de radibûn û li dijî kotayê radiwestiyan û digotin: ‘Em ji we kêmtir nînin, pêwîstiya me kotayê nîne.”

Warvîn: Te qala Swêd û welatên pêşkeftî kir. Gelo ew sîstema ku li wan welatan di warên mafên jinan de tên peyrewkirin, digel civaka Kurdistanê û partiyeke wek YNKê digunce?

Omer Şêxmus: Nexêr. Dikarim bêjim, civaka Swêdê herî kêm 200-250 salan ji civaka Kurdistanê pêşkeftîtir e. Girîng ew e ku hêvî, daxwaz û plan hebe û gav bo bicihanînê bê kirin. Çimkî ew jî bi yekcarî pêşneketine, belku ked dane.

Warvîn: Wek ku em dibînin hejmareke berçav ji mîvanên navxwe û biyanî di kongreyê de amade bûn û pesna kongreyê dan. Lê eger temaşeya peykera YNK’ê bikinguhartineke zêde tê de çê nebûye. Bo nimûne, jin û ciwanên nû nehatiye pêş. Sedema vê yekê çi bû? Tu pêşbîniya wê dikî ku di kongreya çarem de guhartin çê bibin?

Omer Şêxmus: Eger rastiyê bixwazî, danûstandina nav kongreyê gelek baş bû. Yekem, gelek arîşe, serêşiyên YNKê di 9 salên bihurî de kom bûbûn ku pêwîst bû bên çareserkirin. Duyem, YNK du şikestên mezin xwarin di hilbijartinên 25.7.2009 û 7.3.2010’ê de û pêwîst bû lêkolîn li ser bihatiba kirin û bên çareserkirin. Sêyem, di nav rêxistinên YNKê de gelek grubçitî hebûn di nav kongreyê de qala van babetan hate kirin. Kongre bi giştî baş bû. Çimkî programeke nû û peyreweka navxwe ya nû bo YNKê hate pêkanîn. Lê mixabin piraniya endamên jin û ciwan ku dixwastin di kongreyê de guhartinan çê bikin, nehatin hilbijartin.

Dikarim bêjim ku wek piraniya partiyên teqlîdî di welatên cîhanê de, hêzên muhafazakar rê li guherînê girtin. Hin kes hatin hilbijartin lê ew kêm bûn. Wek ku dizain di hemû cîhanê de hêzên desthilatdar û kevnperest heta roja bidawîhatina desthilata xwe li hemberî guherînê rêgir in. Çimkî ziyan digihîje wan. Mixabin di kongreya YNK’ê de jî ew rû da. Wate hêzên muhafazakar ên nav YNK’ê li ser berjiwendiyên xwe rê ketin û namzetên xwe pêş xistin. Pêştir di nav wan de nakokî hebûn û rê nediketin lê ji bo ku rê li guherînxwazên li nav YNK’ê bigirin, hevdu girtin.

Warvîn: Te qala serkeftina kevneperestên nav YNKê kir. Wek ku em dizanin Mam Celal yek ji wan kesan e bû ku hertim rê li pêşiya jin û ciwanan vekiriye ku pêş bikevin. Li gor wê polenkirina te, Mam Celal dikeve çi xetî? Kevnperest an guherînxwaz?

Omer Şêxmus: Mam Celal dikeve eniya nûxwazan. Ya rast ev e ku ew grubçitiya ku bo dengdanê çê bû, bê rizamendiya Mam Celal bû.

Warvîn: Eger em li peykere bilind a YNK’ê binêrin. Kongre nikarî tu guhartine di peykera de çê bike. Bo nimûne, herdu cîgirên Mam Celal, wate kak Kosret û kak Berhem di postên xwe de man. Bi ya te baştir nebû ku yek ji cîgirên Mam Celal jin baya?

Omer Şêxmus: Wek ku hûn dizanin li gor biryara kongreyê diviya 2 kes ji endamê polîtburoyê jin bin. Bêguman daxwaz bo wê yekê hebû ku kesên bên pêş. Bo nimûne  sê kes vekişiyan. Dr. Kemal Fuad, Adil Murad xwe xanenîşin kirin û herweha Dr. Fuad Mesûm xwe hilnebijart. Daxwaz hebû ku hin kesên din jî vekişin lê venekişiyan.

Warvîn: Te qala grubçitiya nav YNKê kir. Gelo 3. Kongreyê bo nehîştina wê tu tedbîran girt?

Omer Şêxmus: Kongreyê grubçitiyê qedexe kir û biryar hate dayîn ku her kesek ku wî karî bike dê bê cezakirin û ji partiyê bê derxistin. Biryar hate dayîn ku kongreya 4. di cotmeha 2013’ê de bi rê ve biçe û cext li ser wê yekê hate kirin ku eger neyê kirin serkirdeyatî dê şeriyeta xwe ji dest bide.

Warvîn: Birêz Mam Celal du postên girîng di dest de ye. Yekem, serokkomarê Iraqê ye, duyem jî sekreterê giştî yê YNKê ye. Gelo birêvebirina wan du postan bo wî zehmet nîne. Gelo baştir nedibû ku serokatiya YNK’ê bide kesekî din?

Omer Şêxmus: (Bi ken) Belê. Bêguman baş bû lê çima wiha kir, ez jî nizamin.

 

Warvin 

Back to top button