Nivîskarên Kurd piştgiriya Îsmaîl Beşikçi kirin
Ji ber gotara ” Mafê diyarkirina pêşeroja xwe ya neteweyan û kurd” a di Kovara di Serdema me de Civak û Hiqûq (Çağımızda Hukuk ve Toplum Dergisi), ji Sosyologê navdar Îsmaîl Beşîkçî doz hate vekirin. Beşîkçî yê ku ji ber nivîsên xwe yên li ser kurdan, 17 salan di girtîgehê de raza, dê 28’ê Tîrmehê li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îstanbulê derkeve ber dadgehê.
– Nivîskarên kurd kampanya da destpêkirin
Komek nivîskarên kurd, ji bo piştgiriya Beşîkçî, kampanya da destpêkirin. Di daxuyaniya derbarê kampanyayê de ku ji AKnewsê re jî hate şandin de, weha tê gotin: “Divê êdî bête fêmkirin ku bi pêkutiyên weha pêşiya fikirîna azad nayê girtin. Em nivîskar, destzoriya li ser Beşikçî û nivîskarên wekî wî, protesto dikin û didin zanîn ku em bi wan re ne.”
Di daxuyanîyê de hate destnîşankirin ku kesên bixwazin piştgiriya Beşîkçî bikin, bila ji maîla [email protected] re vê daxwaza xwe aşkere bikin. Kampanya ku îro dest pê kir, van nivîskaran îmzeya xwe avêt binê:
Malmîsanij, J. Îhsan Espar, Paşa Uzun, Tahsin Sever, Haydar Işık, Mahmûd Lewendî,
Roşan Lezgîn, Deniz Gunduz, Sidqî Zîlan, Seyîdxan Kurij, Said Aydoğmuş, Zinarê Xamo
İbrahim Güçlü, Nezîrê Cibo, Remezan Pertew, Seîd Veroj, Mehmud Nêşite, Adnan Ferat,
Weysel Aydeniz
Îsmaîl Beşîkçî, bi nivîsên xwe yên lli er kurdan, li seranserê cîhanê gelekî nasdar e û salên 1990’ê ji ber fikirinên xwe bi daxwaza 101 cezayê girtîgehê hate darizandin. Beşîkçî, ji ber dozên xwe, 17 salan di girtîgehan de raza û piştre bi qanûna 4304 a Efûye Bi Şert hate berdan. Ji ber gotara mijara gotinê Beşîkçî dê 28’ê mehê îfade bide û bi cezayê 8.5 salan jê re tê xwestin.
Aknews