Senator Olex: Polonya Amade Ye Ezmûna Xwe Pêşkêşî Kurdistanê Bike
Jiber dema mirov digihê armanca xwe, mirov xwe mîna li gundekî Kurdistanê hest dike: Heta ku çavên mirov diçin, mirov zevî û daran dibîne. Di orta vê şînahiyê de vîlayeke pir mezin ciyê xwe girtiye. Yan Olêx li vê derê dijî, eger ew ji bo xebata xwe ya siyasî ne li Warşo paytexta Polonya be. Yan Olêx endamê Partiya “Platforma Obywatelska“ (Platforma Welatiyan) a desthilatdar e. Ev partî hikûmeta Polonî ya niha pêk tîne û ihtîmaleke pir mezin heye ku di hilbijartinên serokatiyê de, serokê nû jî ji partiya Yan Olêx be. Piştî ku Olêx pêşwaziya me dike û xanima wî bi xwe çaya bi leymûn ligel hin şêraniyên Polonî pêşkêşî me dike, em dest bi hevpeyvîna xwe dikin.
Rûdaw: Birêz Senator Yan Olêx, li Rojhilata Navîn kolanên ku diçin malên kesên berpirsyar rast û bê pirsgirêk in. Çima kolana ku tê mala te, tije goncal in?
Yan Olêx: (Dikene) Welatê me welatek xwedî demokratiyeke ciwan e, temenê wê bîst sal e. Gelek tişt hene em hîn negihane li vî welatî bikin. Di demokratiyeta me ya nû ti cudahî di navbera senatorekî û welatiyekî de tune ye.
Ji bo we çend dijwar bû ku hûn bigihên asta hûn îroj tê de ne?
Di bîst salên dawî de me gelek guhertin pêk anîn. Lê hîn gelek ji me re maye ku em bigihên asta Ewrûpî. Me bunya tehtî û herweha sîstema siyasî ya welatê xwe bi tevayî guhert. Berê hertişt milkê dewletê bû, me dest bi prosesa milkiyeta prîvat kir û me bi dawî anî. Hîn bîst sal ji me re divên ji bo em asta welatê xwe bigihînin asta Ewrûpaya pêşketî. Hişmendiya kevn li cem welatiyan astenga herî mezin e li pêş pêşveçûnê. Miletê me heta niha baş ji sîstema aborî ya azad tênegihiştiye.
Ezmûna Herêma Kurdistanê ezmûneke ciwan e…Ez pîroz dikim.
Herêma Kurdistanê çawa dikare ji ezmûna we sûdê bigire?
Demokratî ew e ku beşek pir mezin ji civakê di avakirina prosesa siyasî ya welêt de beşdar e. Ji ezmûna xwe em dizanin ku xala herî giring perwerdekirina civakê ye. Pêşveçûn bêyî azadiya aborî pêk nayê. Nabe ku dewlet dê û bavê welatiyan be. Îroj kesên populist derketine, sozên pir mezin didin xelkê, ku nikarin wan bi cî bînin. Ew hişmendiya welatiyên netêgihiştî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Ew tenê dixwazin bigihên desthilatê. Eger di nav civakê de hişmendî peyda nebe, wê gelek zehmetiyan bibîne. Ji ber vê yekê: Perwerdekirin, perwerdekirin û dîsa perwerdekirin. Divê 80 ji sedî ji xebatên alavên ragihandinê bi perwerdeyê ve girêdayî bin, ji bo zarokên biçûk heta kesên temen mezin. Tenê hingî welatî wê demokratiyê fêm bikin. Hingî welatî bi xwe beşdar dibe û li bendî hikûmetê namîne ku hertiştî bide wî.
Gelo di kîjan waran de Kurdistan dikare ji Polonya sûdê bigre?
Ezmûneke me ya dirêj di warê sîstema îdarî de heye. Em dikarin di vî warî de konsêptên amade yên serketî pêşkêşî Kurdistanê bikin. Berî Şerê Îraqê dora sî hezar welatiyên Polonî li Îraqê kar dikirin. Em dikarin di gelek waran de zanebûna xwe ya bazirganî û aborî bînin Kurdistanê. Bi taybetî di warê berhemên çandiniyê de Îmkanine me yên pir mezin hene, em dikarin wan bişînin ji Kurdistanê re.
Çima ta niha bazirganên Polonî neçûne Kurdistanê?
Tevî ku di van bîst salên dawî de guhertinên mezin li welatê me pêk hatine, lê hişmendiya kevn a li ser Polonyaya Komûnîst li Rojhilata Navîn maye. Têkiliyên me yên gelekî baş bi Amerîkayê re hene, em welatekî demokrat in û beşek ji hevbendiya demokrat in. Kêmaniyên me jî hene. Me ta niha bêtir hêza xwe ji bo Ewrûpa terxan dikir û Rojhilata Navîn piştguh dikir. Lê em gelekî dixwazin berê xwe bidin Rojhilata Navîn.
Di sîstemên demokrat ên ciwan de welatî gelek caran ji desthilatê ne razî ne. We li Polonyayê çi kir da ku hûn welatiyan razî bikin?
Rêya herî baş ew e ku tu milet beşdarî siyasetê bikî. Divê desthilat bê belavkirin û ne tenê li ciyekî be. Dema mirov desthilatê dabeş dike, berpirsyarî tê dabeşkirin û nerazîbûn û rexneyên welatiyan kêmtir dibe.
We dawiya sala borî serdana Kurdistanê kiribû. Serdana we çawa bû?
Bala min kişand ku xelkên li wir tim dev bi ken bûn. Ev tiştekî pir giring e. Ev nîşan e ku Kurd li ser rêya rast in. Herweha liva avakirinê ya pir mezin bala min kişand. Eger Kurd wiha berdewam bikin, wê teqez bi ser kevin. Min li Kurdistanê dît ku gelek welatan ji ber sedemên ewlekariyê konsulxaneyên xwe li Hewlêrê vekirine. Dema ez vegeriyam min ji Wezareta Derve pirsî bê çima welatê me ta niha bê konsulxane ye. Bersiv ji min re hat ku ji meha Gulanê û pê ve konsulxaneya Polonyayê li Hewlêrê vedibe. Hêvîdar im ku niha vebûbe.
Hevpeyvîn: Sîrwan H. Berko
Hevpeyvîn bi hevkariya Xweşnav Têlo û Prof. Dr. Kesra Nermend pêk hat.
Rudaw