Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyoza Kanada li Iraq kir
Serok Barzanî destxweşiyê li Balyoza welatê Kanada kir ku li dema karkirdinê da wekî Balyoza welatê xwe li Iraq ku roleka berbiçav li bi hêz kirina pêwendiyên welatê xwe li gel Herêma Kurdistan û tevahiya Iraqê de dîtiye û li posta wê ya nû de hêviya serkeftinê ji bo wê xwest û amadehiya Herêmê jî, ji bo berdewamiya wan pêwendiyan û zêdetir berev pêşbirinê derbirî.
Li beramber da, Balyoz Hober behsa rewşa ewlehiya Kurdistanê kir û ragihand ku ev aramiya Kurdistanê wiha kiriye ku roj bi roj Kurdistanê geş bike û sedemeke bi bandor jî bibê ji bo geşbûna bazirganî û çalakiya aboriya di navbera her du alî de û ji bo hevkarî kirina Herêmê li warê kulturî û perwerde û xwendina bilind û wergirtina xwendekaran û ji bo qedandina xwendina bilind û peydakirina şarezayiya li warên cûda cûda de amadehiya welatê Kanada jî derbirî.