Polîtîk
Konsolê nû yê Elmanya dest bi karê xwe kir
Serok Barzanî ji bo destbikarbûna wekî Konsolê Giştî nû yê Elmanya pîrozbahiyê li birêz Shtefan Bantle kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û ji bo her hevkarî û hemahengiyek bi navê serxistina karên wan û berev pêş birina pêwendiyên di navbera Herêm û welatê Elmanya de amadehiya Herêmê derbirî.
Konsolê Giştiyê nû yê Elmanya serdana dawiya Serok Barzanî ya welatê Elmaniya bilind nirxand û hêvî xwest ku bikarê bi hemahengiya li gel dam û dezgehên Herêmê pêwendiyên di navbera her du aliyan bigihîne astekî bilindtir.
Li mijareke dinê hevdîtinê de her du alî behsa proseya siyasî û wan hewldanên ku ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê têne dayîn û rola serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê li serxistinê û bi encam gihandina wê proseyê kir.