Nivîsar

Ma bila Qilebanî herin Mexmûrê?

Armancek ewil ya pêşîvekirina demokratika ku beriya sê sala hatibû destpê kirin ew bû ku, 10 hezar milteciyên Kurd yên li Mexmurê dijîn vegerînin Tirkiyeyê. Lê îro pêvajo berevajî bûye. Piştî ku meha borî balafirên şer yên Tirkiyeyê 34 gundiyan bombebaran kir, Qilebaniyan (Uludere) behsa xweparastina Berzanî û çûyîna Mexmûrê dikin. Winda kirina xizmên xwe, ne sedemê bitene yê vê biryarê ye.  Helwesta hikumetê ya ji mirovatiyê dûr jî wan mirovan dixe nav vê fikre.

Şuna lêborîn û parve kirina eş û elemen wana, serokwezîr weke rayedar û gotinên dewletê yên  berê bi wan re axivî û bi tene behsa tezmînetê kir, ji lêborînê dûr ma. Vê yeke jî Qilebaniyan pirr êşand, şikand.

Gundiyan ji komisyona meclise re ku piştî 40 rojan gihîşt Qilebanê, bi 21 xalan gotin ku heke kiryarên bûyerê neyên eşkere kirin, wê mal û xaniyên xwe bişewitînin ûwê herin Iraqa Bakur.

ji dewletê daxwazên Qilebaniyan wisa ne:

1-heta ev bûyer û kiryarên wê neyên eşkere kirin û cezayê wana neyê dayîn, em ti tişt (tezmînet) ji dewletê nagirin. Tezmîneta tê teklif kirin jî nayê qebûl kirin.

2- di wexta ku dilê me di nav  xwînê de ye, bila bê zanîn ku em destê xwe li pereyê sersaxiya zarokên xwe nadin.

3- fermî be nefermî be, em dixwazin hemû kiryarên bûyerê bên eşkere kirin û derxin li ber dadxanê.

4- wezîfedarên ku di vê bûyerê de têkiliya wana hene, bila ji wezîfê bên dûrxistin. Hikumet jî bi wayek ku berpirsiyariya xwe zane, bila lêpirsînek ku wîjdana raya giştî qanî dike bimeşîne.

Li gor min wexte ku hikumeta ku gumanên ‘em vedigerin salên 1990an’ diavêje pişt guhê xwe, rastiyan bibine. Hikumeta ku niyet bû di salên 1990an de bi zora dewletê Mexmuriyên ji mal û warên xwe hatîn derxistin û kutekî çûne Federasyona Iraqê vegerîne welêt, niha li qonaxeke berevajiye. Yanî êdî Qilebanî behsa çûyîna Mexmûrê dikin. Qebûl kirin elbet zor e. Çimkî em zanin ku ev hikumet weke yên berê teslîmê esker nebûye, bi hemû Kurdan re miemeleya teror nekiriye û gavên herî radîkal jî avêtiye. Lê bele aliyek bê edalet yê vê jiyanê jî heye.

Bûyera Qilebanê derxsit holê ku di siyasete de encam ji niyetan girîngtir bandordartirin. Hikumetê tevî hemû hewlên xwe , li ser Kurdan nekarî  îmaja dewleta zordest rake. Mirov dikare beje bûyera Qilebanê hema hema hemû gavên erênî yên hikumetê berhewa kiriye.  Zana min de rûyek bê edalet yên pêvajoyên civakî hene. Car car fature ji tiştên ku heq nekirîn re derdikevin. Sêhreka teknolojiye heye. Ev jî ewe ku di zemanek kurt de hikumeta sewqî çareserkirina pirsan dike.

Li gor fikra min piştî Habûrê, AKP bi PKK ê re  bi teknolojiye ket hewesa şer kirinê. Heronan, predatoran, balafirên şer  û fûzeyên xwedî hedef… piştî çend operasyonên serkeftî, hikumetê wisa fikirî ‘ heta niha me çima wisa nekir? Bawer kirin ku wê bi heronan hemû pirsgirêka kurd çareserî bikin.  Lê bele sehra jiyanê jî heye.  Îstixbarata xelet an jî xeletî, cih de hemû serkeftiyan da ber xwe  û bir; jiyanê vegerand şertên bere, hikımet dîsa vegeriya serî.

Çareserkirina pirsên civakî û siyasî yên tevlîhev zor e.  Aqil û wîjdana hevpar û hewlek şid lazim e. Bûyera Qilebanê firsetek derxist ber hikumetê ku ji nû  ve polîtîqayên xwe ji ber çav biborîne. Heke çareseriyên eskerî bidomin, îro Uludere, sibe, Şirnex  û paşê wê kurd hemû pêwendiyên xwe ji vê dewletê biqutînin.

Kurtuluş Tayiz

Taraf/xeberenkurdi

Back to top button