Bozyel: Ger Burkay xwediyê malê be PKK jî diz e
Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel, derbarê nîqaşên di navbera Kemal Burkay û rayedarên PKK’ê de ev tişt gotin:
“Kek Kemal eger xwediyê malê be, PKK jî diz e. Eger PKK diz be, berpirsyariya xwediyê malê jî heye. Ji bo xisar zêde nebe, pêwendî xirabtir nebin, divê bi berpirsyarî tevbigere. Divê xwediyê malê deriyê xwe bigre, firsetê nede dizan. Nekeve seviyeya dizan.”
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Bayram Bozyel, derbarê nîqaş û rexneyên di navbera kevneserokê PSK’ê Kemal Burkay û rêveberên PKK’ê de, ji AKnewsê re nirxandinên balkêş kir.
Bozyel diyar kir ku di gelek mijaran de ew jî weke Burkay difikire lê ew helwesta Burkay ku hemû rexneyên xwe li ser avakirina PKK’ê ya ji aliyê dewletê ve tîne ziman, di cih de nabîne.
Bozyel wiha axivî: “Gelek tiştan em weke hev difikirin. Wek nimûne mijara avakirina PKK’ê, êrişên li ser rêxistinên din, şerên navxweyî, şîdeta ku PKK’ê li hemberî kadroyên xwe û li derveyî kadroyên xwe pêk anî, cihê rexneyê ne. Di meseleyên teorîk de jî gelek fikrên me yên cuda hene. Demek Ocalan gelek Kemalîzmê derxist pêş. Got, ‘ji me re dewlet lazim nîn e, federasyon, serxwebûn lazim nîn e. Em demokratîk konfederalîzm, xweseriya demokratîk dixwazin’. Di van meseleyan de gelek rexneyên me li hemberî PKK’ê hene.”
‘Hin rexne bi kêrî çareseriyê nayên’
Bozyel destnîşan kir ku di demeke li ser Tirkiyeyê çareserkirina pirsgirêka kurd tê ferzkirin de wateya hin nîqaşan tune ye û wiha berdewam kir:
“Tirkiye çareserkirina pirsgirêka kurd nîqaş dike. Ji ber vê yekê fikrên me ew e ku kurd di pirsa çareseriyê de enerjiya xwe xerç bikin. Divê em di meseleyên 30 sal berê de asê nebin. Kî PKK’ê ava kir, kî ava nekir, ev ji bo kurdan pirsa esasî nîn e.”
Bozyel axaftina xwe wiha domand, “Îro pirsa esasî ew e ku realîteyek heye, tevgera kurd hatiye qonaxek. Tirkiye ji bo çareseriyê di bin presek de ye. Em kurd ji bo ku PKK çekan bide sekinandin dikarin çi bikin? Ji bo ku PKK’î ji çiya dakevin werin bikevin nava siyasetê em dikarin çi bikin? Mesele ev e. Lê em dibînin ku aliyê PKK’ê di van meseleyan de, di meseleya pirolalîzmê de pir xweşbîn nîn e. Tevgerên derveyî xwe hertim bi hevkariyê mor dike. Hertim weke hevalbendiya dewletê mor dike. Ev bêtehamûlî daxwaza gelê kurd nîn e.”
Bozyel gotinên siyasetmedar Kemal Burkay jî rexne kirin û li ser Burkay ev tişt gotin:
“Lê ez rexneyên Kak Kemal ên ku PKK dewlet ava kiriye, ez di cih de nabînim. Ev rexne bi kêrî problemên me yên îro nayên. Ev ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, ji bo safîkirina vê xitimandinê tu roleke wê nîn e. Divê em li ser projeyan hev rexne bikin. Li ser fikran, li ser helwestan em hev rexne bikin.Tiştên ku siyaset li ser bê avakirin nîn in. Nêrîn û tespît tiştekî din e, siyaset û derxistina hin xalan ji bo pêş tiştekî din in.”
Bozyel wiha pê de çû, “Ji bo PKK’ê rexneyên me hene. Lê ew meseleya me ya îro nîn e. Meseleya ku em xwe tê de bihetikînin û enerjiya xwe serf bikin, nîn e. Helwesta PKK’ê ya bêtehamûliyê em weke hev difikirin. Lê ku mesele em krîmînalîze bikin û bibêjin dewlet PKK ava kir, em vê yekê di cih de nabînin. Ev rexne xizmeta îro nake. Îro hewcedarî bi diyalogeke medenî û bi seviye heye. Îro hewcedarî bi aqilekî muşterek heye.”
Serokê HAK-PAR’ê Bozyel, gotinên Serokê KCK’ê Murat Karayılan ku di hevpeyvînek de ji bo Burkay jî bi kar anîbû bi tundî rexne kir û wiha pê de çû:
“Di wê hevpeyvînê de gelek tohmet, heqaret û çêr hebûn. Ew gotin ji seviyeyê dûr bûn. Ev bêtehamûlî ye. Eger Kek Kemal xwediyê malê be, PKK jî diz e. PKK gelek kiryarên wan ên xelet hene. Duh jî hebûn, îro jî hene. Lê divê em jî di wê meseleyê de bi berpirsyarî tevbigerin. Divê em seviyeya siyasetê nexin xwarê. Eger PKK diz be, berpirsyariya xwediyê malê jî heye. Ji bo xisar zêde nebe, pêwendî xirabtir nebin, divê bi berpirsyarî tevbigere. Ew jî divê deriyê xwe bigre, firsetê nede dizan. Nekeve seviyeya dizan.” md (AKnews)