Polîtîk
Li Zanîngeha Dîcleyê beşa kurdî vedibe

Sekreterê Giştî yê Zanîngeha Dîcleyê Prof.Dr.Sabri Eyigun, bi ajansa AAyê (Ajansa Anatolyayê) re axifî û diyar kir ku, senatoya Zaningeha Dîcleyê biryara xwe a ji bo vekirina beşa Wêje û Zimanê Kurdî pêşkêşî YOKê kiriye û ew pêşnîyara ji aliyê YOKê ve hatiye pejirandin.
Sabri Eyigun dibêje: “Em ê tavilê dest bi xebatên xwe bikin û di demeke nêz de beşa Wêje û Zimanê Kurdî vekin.” Sabrî wiha jî dibêje, “Wêje û Zimanê Kurdî, dûra siyaset û îdeolojiyê bi temamî bi xebatên zanistî wê têkariya aşîtiyê jî bike. Bi xebatên dûra siyaet û îdeolojiyê, bi xebatên zanistî cîhan wê xwedî ji Kurdî derkeve.”