Polîtîk

Erdogan li Diyarbekirê tiştek nû negot

Serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan doh ji bo tevlî kongreya Ak Partiyê ya şaxa Diyarbekir bibe li Diyarbekirê bû.

Ji berî çûyîna Erdogan 129 dezgehên sivîl daxuyaniyek belav kirin û di derbarê serdana Erdogan ya Diyarbekir dîtinên xwe gihandin raya giştî. Behsa guhertina Erdogan û di derbarê pirsa kurd de tundbûna wî kirin. Daxwaz kirin ku Edogan bê ser gotinên xwe yên sala 2005-ê li Diyarbekirê.

BDP daxwaz ji xelkê kir ku pêşwaziya Erdogan nekin û hatina wî boykot bikin. Di vê rewşê de Erdogan serdana Diyarbekir kir û di kongreya Ak Partiyê ya Diyarbekir de axavtinek kir. Erdogan di axaftina xwe de tiştek nû negot.

Tayib Erdogan behsa pirsa kurd kir û got: Min li Diyarbekirê sala 2005-ê çi gotibê, ez hêja xweyê gotina xwe me.
Erdogan gelek tundî rexne li BDP kir û got ew duvikê PKK-ê ne nikarin bibin asteng di nav me û kurdan de. Herweha Erdogan da xuyakirn ku BDP wek CHP ya Kurd de. Bila ew û CHP bibin yek.

Erdogan behsa karê ku di dema wan de hatî kirin kir û got divê em zimanê hijöêkirinê biaxêwin.

Serokwezîrê Tirkiye di derbarê çareseriya pirsa kurd tiştek nû ne got. Her dema Erdogan serdana herêma Kurdistanê dike piranî Beşîr Atalay li gel e û di derbarê pirsa kurd de berpirsahiya mezin daye Beşîr Atalay lê Atalay ne li Diyarbekir bû. Herweha behsa komiteya ku ji 5 parlementeran ji bo pirsa kurd hatî damezirandin jî nekir.
Vê carê serdana Erdogan de wek carên din tiştek balkêş nebû.

Back to top button