Anarşîstên Kurd/Kulmên Reş

Rojevakurd ©
Tevgera Anarşistên Kurd, ji ew kesên ku berê di tevgerên welatparêzîya Kurdistanê dikirin, ji bo azadkirina Bakurê Kurdistanê û li pey de jî bi armanca Kurdistana azad, serbixwe, yekpare û anarşîst; ku bi metodên legal û aştîyane têdikoşe di 1ê Eylula 2011an de hatîye avakirin.
Di medyaya sosyal de/Facebook koma ya bi navê Anarşisto bi 2272 endaman û di rûpela ya bi navê Kulmên Reş de jî bi 750 endaman re, ragihandina xwe bi bikaranîna teknîkên herî nû pêşkêşî raya giştî yên Kurd û Tirkan dike. Komîteya rêvebiriyê ya gişti ku ji 27 endaman pêkhatîye xebata xwe ya rêxistinîyê li bakurê Kurdistanê û Ewropayê bi têkilîyên yek bi yek û rû bi rû pêktînê.
Anarşîstên Kurd/Kulmên Reş; li dijî tevgerên din yên wek Anarko-Komunist, Anarşîsma Kollektivist, Anarko-Sendîkalîsm, Anarko-Kapîtalîsm û Anarşîsma Şexsî xwe wekî Anarşîstên Eksistentialist dibînin. Anarşîsma Eksistentialist, ku di dîroka Anarşismê de yekem car ji alîyê Anarşîstên Kurd/Kulmên Reş ve hatîye formûlekirin ku fikrek/dîtinek nû yê Anarşîstîyê ye û daxwazîyên Takekesên civakê yên hevbeş diguncîne.Anarşîsm, ji peyva Yewnanî ya ‘ἀναρχία’ ku bi Kurdî tê vate ya ‘bê rêveber(absence of a leader)’afirî ye. Anarşîsm, di pratîk û teorîyê de hemû şiklên otorîteya civakî, tehekkûm, erk û îdareyên hîyerarşîk red dike û berterefkirina wan jî ji xwe re dike armanc. Anarşîstên Kurd/Kulmên Reş mafê biryardayîna çarenûsa her welat û neteweyê ku hatîye dagirkirin di her şert û şêwazê de diparêze. Her netewe li ser xaka xwe bi tena serê xwe xwedî heq e ku biryarê bide û li dijî Jakobenên Çep pêşveçûna ekonomîk û ruhî yê neteweyan lazim e bê parastin.
Îro li bakurê Kurdistanê li gora armancên polîtîk û pêşeroja statûya Kurdistanê çar dîtin hene ku ew parêzerên fikrên: Komara Demokratîk, Otonomî, Federasyon û Serbixweyî ye ne. Anarşîstên Kurd/Kulmên Reş tekoşîna xwe li dijî emperyalîsmê, dagirkerîyê, Faşîsma Kemalismê û îxaneta neteweyî, bi bawerîya di dema kin de ji bo serxwebuna Kurdistana Azad û yekpare û di dema dirêj de jî ji bo Kurdistana Anarşîst dike.
Heta îro Tekoşîna Azadîya Kurdistanê ya Neteweyî di bin tesîra Nasyonalîsm, Sosyalîsm û Komunîsmê de hat şîrovekirin. Kurd, ji bo azadîyê di navbera her dû alîyan de li gor şertên rojevê çûn û hatin. Ragehandin li gora şertên îro pirr zehmet bû lê ew dem êdî derbas bû. Êdî malbata herî hejar yê Kurdan jî ji radyo, tv, rojname û înternetê hayedar e. Kurd berî vê bi tenê dibihîstin lê îro him dibhîsin him jî dibînin. Ev buyera dîtînê ji bo me anarşistan zêde giring e, her tişt e!
Xelkê me, bi taybetî ciwanên me -wekî me- di wê fikrê de ne ku îro pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Neteweyî ye û dûvre jî pirsgirêkên pêve gîrêdayî tên. Jinên me ji tadeya cinsî, ciwanên me ji otorîteya civakî, oldarên me ji tade û lîstikên dewleta Kemalîst, Seqetên me ji kêmdîtina civakê, HBT (Homosekseul, Bîseksuel, Transeksuel)yên me ji qebulkirina hebuna xwe, dîsa xelkê me ji talankirina heyînên xwe yên dîrokî û xwezayî, karker û gundîyên me ji dahatin, şert û mercên karkirin û jîyanê ne qayil in û daxwazîya guherîna rewşê dikin. Êdî di civakê de ne wekî kesek lê wekî takekesek dixwazin bên temsîlkirin.
Di vê rewşê de dema ku em li azadîxwazên neteweyan dinêrin, di hemûyan de heman pirsgirêk xwe bi zelalî dîyar dike: Sosyalîst, di cihaneke ku nirxên sosyalîsmê têkçûyî de Sosyalîsmê, Oldar bi tenê ola xwe bi xwe û Welatprêz jî bê azadîya takekesan projeyên xwe pêşnîyar dikin. Ev gotin her gotinên berê ne kevn in, kevnare ne. Tu tiştek nû tune ye! Ferqa me û bersiva pirsgirêkê di vir de ye! Em ne tenê azadî û serxwebûna welatê xwe dixwazin! Em li pey paşdevegerandina rêz/îhtiram a ku ji alîyê dagirker û xayinên neteweyî ve hatine xespkirin in ku ew bi xwe garantîya azadî û serxwebunê ne û encex bi şertê qebulkirina hemû maf û azadîyan dikare çêbibe.
Em di nêv tevgerên neteweyî yên Kurdistanî de herî azadîxwaz in, di nêv gotinên me de qet tişteke kevnare tune ye. Em him li Welêt him jî li Cîhanê tevgereke nû ne.
Tevgerên polîtik ku em wan di rêya azadî, serxwebun û yekîtîya Kurdistanê de wekî bira û muttefiq dibînin ji bilî xwe û dîtinên xwe; ji xwe cudatir, pêşvetir û nirxandina otororîteyan û erkên hîyerarşîk qebul nakin. Ji dêla ku bi me kêfxweş bibin, hestên wan yên neyartîyê li hember me zêde dibin.
Lê ez dikarim bi dilrehetî bibêjim ku ji destpêkê ve ragehandina me ya bi civakê re dengeke pirr erêni veda û ew yek jî sedema kêfxweşîya me ye. Her çiqas tevgerên “Kurdistanî” nexwestibin dengê me bibihîsin jî, me piştgirîya ciwan û jinên Kurdistanî yekser dît!
Ji ber ku em him armanca azadiya Neteweya Kurdistanê him jî azadîyên Takekesên Kurdistanê diparêzin. Divê ez vê yekê baş zelal bikim ku Anarşîstên Kurd/Kulmên Reş li Kurdistanê ne reqîbê/dijminê/berevanê tu tevgerekî ye. Di jîyana sîyasî û sosyal ya welatê me de fikrên ku ji hev cuda ne nabin e reqîb û berevanên hev. Ji ber ku em bi Takekesan re, ew bi Kesayetan re eleqeder in, bangên me ji hev cuda digihijin civakê, ango girseyên civakên me jî ne yek in.
Ji ber vê yekî em pirr dilrehet in û ji wan re jî tewsîye dikin ku bila dilrehet bin.
Her çiqas li Kurdistanê, Ewropa û Tirkîye yê nav û dengê me kêm-zêde belav bube jî di heşt mehên destpêka xebata me de, ji bilî derdora Nasname yê û çend dostên demokrat û welatparêz tu kesek piştgirîya manewî bi me re nekir, çevên xwe noqandin û xwe kerr kirin. Ev jî paradoksek pirr giring e ku :
Ji dêla ku Çepgirên Kurd piştevanîya me bikin, Neteweperwerên Kurd li pişt me ne!
Em wekî Anarşîst di wê bawerîyê de ne ku; di encama pêşveçûn û peresîna(evolution) mirovatî ku wê jê derbas bibe de, Dewlet û Qanunên bi destê însanan ve hatinê çêkirin wê ji holê rabin û bêyî ku ew hebin, em tekoşîna jiyana bi birayetî, azadî û adilane dikin. Di nava van şert û mercan de wexta ku em li dîroka Kurdistanê dinêrin: Destketin/serketinên başurê Kurdistanê di rêya azadî û serxwebunê de heta îro mezintirîn û giringtirîn qonax e! Parastin, pêşvebirin û xwedî lê derketina vê qonaxa ku bi kedeke bêhempa hatîye bidestxistin ji bo her Kurdistanîyekî pêdîvîya herî giring e!
Parastina serketin û destketinên Kurdistanî ji bo Anarşistên Kurd, yek ji prensîbên bingehîn e.
Herkesê ku xwedî li vê prensîbê dernekeve nikarê di nava me de cih bigire!
Herkesê ku bêrêzîya/bêhurmetîya Şoreşa Başurê Kurdistanê dike dujminê me ye!
Evîn, piştgirî û xoşevîstîya Başurê Kurdistanê şertek ji welatparêzîya Kurdistanî û şertek ji mirovbuyîna li herêmê ye!
Ser navê: Anarşîstên Kurd – KULMÊN REŞ
Serdar Karataş
http://www.kulmenresh.blogspot.com/
http://www.facebook.com/kulmenres
http://www.twitter.com/kulmenres